26 december 2019

Her roj di hundur da nabe


Her roj wek pisikê di hundur da û ger û piyaseya bi xanimê ra nabe, carnan jî dibê meriv derkeve piyasê, here dost û hevalan bibîne.

Heta ji min tê ez guh didim vê balansê, diçim meş û civînan.

Bîsteke din ezê herim li taxeke Stockholmê hevalekî bibînim û bîstekê pê ra sohbet bikim. Ji welêt hatiye, çavdêriyên wî ewê balkêş bin.


Ez bawer dikim heta danê êvarî emê bi hev ra bin. Êvarî, piştî hatim mal heger tiştek ketibe tûrikê min ezê qalê bikim.

De heta êavarî bimînin di nava xêr û xwşiyê da.

Hêvî dikim ev sala bêyom bi hin xeberên xweş dawî lê were.

XXX
Bi dîtina Proust, ji bo ku meriv aqilmend bibe du rêbaz hene; yek aqilmendiya bêyî ku meriv tu êşê bibîne û ya din jî aqilmendiya bi saya jiyanê ye.

Carnan di jiyanê da gelek îş û felaketên biçûk û mezin tên serê meriv, meriv gelek derd û êşan dibîne û ev serpêhatiyên tahl û bi jan meriv zana, aqilmend dike.

Lê her kes nikane ji êşê aqil bigre, hinek teslîmî êşê dibin û wek mûmê dihelin.

Proust ji zaroktiya xwe da gelek nexweşî kişandin, gelek êşên rûhî û bedenî bûn para wî, lê wî ji êşên xwe gazin nekir, ew ji xwe ra kirin sermiyan û xezîneyeke edebî û li dû xwe ji me ra hîşt.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE