02 december 2019

Hela em binêrin serokên NATOyê sibe ewê ji Erdogan ra çi bibêjin?



Sibe li Londonê civîna serokên NATOyê ye. Li ser kirîna fuzeyên S-400an ji Rûsyayê û PYDê di nabêna Tirkiyê û NATOyê da, lê bi taybetî jî di nabêna Amerîkayê, Fransayê û Tirkiyê da dijayetî heye.  

Tirkiye dibêje heger NATOy piştgiriya Tirkiyê ya dagirkirina rojavayê Kurdistanê neke û YPGê û YPJê weke rêxistinên terorîst qebûl neke, ewê piştgirîyê nede plana NATO ya  welatên Baltik û Polonyayê ye û hemû planên NATOyê bloke bike.


Yanî Tirkiye ji NATOyê ra dibêje heger hûn wek ez dixwazim şerê kurdan nekin, ezê nehêlim NATO tu biryarekê bigre.  Çimkî biryarên NATOyê bi yekdengî tên girtin.

Bêyî mesela PYDê û S-400an, nabêna Tirkiyê û Yûnanîstanê jî ne başe. Tirkiye di mesela lêgerîna petrolê da çavsoriyê li Yûnanîstanê jî dike. Yûnanîstan ewê vê meselê jî bîne rojevê...

Lê ez bawer nakim NATO li hemberî Tirkiyê rabe û biwêribe tiştekî bi Tirkiyê bike. Bi îhtîmaleke mezin endamên NATOyê ewê xwe bavêjin dexlê Erdogan, herin destê wî, jê rica bikin ji bo ku şertên xwe hinekî nerm û kêm bike.

Hêvî dikim ev texmîna min şaş be û ji ber hevkariya Tirkiyê ya Daîşê û çeteyên îslamî ra û vê gefa li NATOyê dixwe wê bicemidînin, cezayekî bidinê ya jî ji NATOyê bavêjin.

Lê ewrûpî ne ew mêr in, tiştekî wer nakin, ewê li devê Amerîkayê binêrin, Amerîka bibêje çi ewê wer bikin.
Heger surprîzeke eksê vê texmîna min bikin ezê ji her kesî bêtir kêfxweş bibim.

XXX

Artêşa Tirkiyê Til Rifet topbaran kiriye û di netîceya topbaranê da 9 kes hatine kuştin û 10 kes jî birîndar in. Kesên kuştî û birîndar hemû siwîl in û di nav wan da çend zarok jî hene.

Ji bo ku em kurd miletekî bêkes û bêpişt in lema jî tirk kînga dilê wan dixwaze gund û bajarên me topbaran dikin û çend kesan ji me dikujin û bi vî hawî çend rojan bextewar dibin.

Serokê Neteweyên Yekgirtî bûye lawikê Erdogan yê hundur qesrê(bi tirkî dibêjin îç oglan), lema tiştekî ji Tirkiyê ra nabêje.

NATO, Amerîka, Rûsya, NY hemû hevalên zaliman û xurtan in, ji bo ku li ba tirkan pere heye kes dengê xwe nake, her kes li kuştina zarokên me temaşe dike.

Gotineke heye, dibêjin Xwedê jî hevalê xurta ye. Bi baweriya min teşbîheke rast e, yanî her kes hevalê xurta ye.

Not:
Yên li Til Refetê di topbaranê da hatine kuştin koçberên Efrînî ne, 9 zarok in û kalek e.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE