03 december 2019

Heger NATO bivikê nîşanî tirkan nede tirk ewê Ewrûpayê bikin cahnime



Ewrûpî ji ber serpêhatî û tecrûbeyên xwe yên tarîxî ne şerûd in, xwe ji şer û teşxelê dûr dixin û dixwazin gelşên xwe ne bi zorê, bi diyalogê çareser bikin. Lê kultur û mentiqê tirk ne ev e, ew dibêjin "ço ji cinetê derketiye", ew tenê ji zorê, ji ço fêm dikin.

Lema jî dibê ewrûpî ÇO nîşanî tirkan bidin. Heta Erdogan zorê nebîne, ewê tu carî rehet nesekine.


Ewê hin derên din dagir bikin. Ewê her roj bi sedan koçberan bişînin ser Ewrûpayê. Tirkan bi milyonan însan li Tirkiyê top kirine,pê tîcaretê dikin. Û bi vê riyê xûgê ji YE distînin.

Hêvî dikim NATO teslîmî Tirkiyê nebe. Lê ez bêhêvî me. Ewrûpî zêde pûlperest û tirsonek in.

XXX
Heger serokên NATOyê di civîna xwe ya îro da guhê Erdogan nekşînint, cezayekî nedin Tirkiyê, Erdogan ewê hartir bibe, ewê êrîşî hin derên din bikin, ewê hin erdên din dagir bikin.
Do 9 zarokên kurd kuştin, îcar ewê 90 hebî bikujin.

XXX


Rejîma faşîst-îslamî ya tirk êdî nahêle kurd sitranekê jî bibêjin. Kî bi kurdî sitranekê bibêje dikin terorîst û davêjin zindanê. Naziyên alman li gorî van faşîstên tirk ewliya bûn.

Çi ye, çi ye dewleta wan heye, polîs û leşkerên wan hene, lema jî kanin zulmê li me bikin, kanin zimanê me yasax bikin, zarokên me têxin zindanan.

Ev tiştê tirk dikin ji îndaniyetê dûr e, ji ber ku meriv xwedîdewlet e meriv vê zulmê li xelkê nake.

XXX
-Gelo dil e yê ji însên ra dibêje hez bike, ya jî tenêtî ye meriv pîj dike?
Bi rastî hezkirin çi ye?
Dibê meriv bi agirê mûmekê be, ya jî bi agirê vêketî şa be?
Şems-î Tebrîzî
Ji bo ku meriv bikanibe bibe agirê mûmekê jî û bi agirê vêketî şa be jî dilekî wêrek û dîn lazim e
Dildarê ew dil pê ra tunebe tu carî bi sîngên gewr û boz şa nabe.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE