30 december 2019

Haziriya şeva sersalê


Xanim haziriya sersalê dike, pela dipêçe. Lawikê me yê biçûk Rojen û hevala xwe jî keks û kulînçeyên sersalê çê dikin.

Min ji wan kar xwest lê kesî kar neda min, gotin tu here ber kompîtora xwe.

Ji acizî min jî got ez jî qahwa kurdî çê kim. Lê çi heyf qahwa min ne ya kizwana ye, qahwa normal e. Qahwa kizwana li Swêd tuneye.


Min carê ji dikana yekî asûrî kirî, malê ereban bû, ne kizwan bû, nok bû. Gere temiyê li hevalekî bikim,  ji welêt bidim anîn.


Lê helbet qahwa ez çê dikim ne wek qahwa her kesî ye, tahm û lezeta wê cihê ye, yê fîncanekê vexwe, yeka din dixwaze. 

Qahweya, xwarina bi destê hostê xwe were çêkrin bêguman tahmek cihê ye.

Îsal şeva sersalê emê ne li mal bin, em çend heval li lokala Komela Jinan dicivin. Lema xanim ji nuha da haziriya sibe dike...
De dibê ez nuha herim qahwa xwe vexwim.
Hewqas agahî bes e…

XXX
i sala nuh ra rojek ma, sibe ne dusibe saleka nuh, sala 2020a dest pê dike.

Me ji sala 2019a tu xêr nedît, 2020a ji bo me kurdan saleke bêyom û qebîh bû, derd û kul û felaket bi ser serê me da barand, li me hat xezebê. Hemû felaketên xwe topî ser hev kir, xist nav telîsekî û da ber deriyê me.

Hêvî dikim sala 2020a hewqasî ne bêbext û qeleş be, bi me ra hinekî bikene.

Me pir kişand, em pir giriyan, êdî dora me û ken û kêfê ye. Bi vê hêvîyê ez silavekê didim sala 2020a û jê ra dibêjim wek 2019a bêbext û bêmerhamet nebe…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE