29 december 2019

Gorra meriv li welatê meriv be baştir e

Anaksagoras: 488-428


Fîlozofê yûnanî yê bi nav û deng Anaksagoras(488-428, BÎ), di nava nivînan da li ber mirinê bû. 

Xwendekarên(telebeyên)wî xwestin bizanibin mamosteyê wan dixwaze li ku derê were gorrkirin. Daxwaza wî jê pirsîn:

”Ma tu dixwazî em te li Atînayê gorr bikin ya jî li gundê te?”

Fîlozofê mezin gotiye:


”Hûn min li ku derê gorr dikin hûn bi kêfa xwe ne. Çawa be dinya axret(dinyaya din) ji her derê di eynî medê(mesafê) da ye...”

Erê rast e, piştî meriv ket binê axê netîce ferq neke jî, lê dîsa jî ez dibêjim heger meriv li welatê xwe nemre jî, lê li welatê xwe were gorrkirin baştir e, xweştir e.

Di gorra xwe da jî meriv ne li surgûnê, ne li xerîbiyê û ne cîranê neyarên xwe be baştir e.

Li welatê xwe, di nava qewmê xwe da meriv di gorra xwe ra da rehettir e.

XXX
Em kurd wek milet û wek paritiyên siyasî motajî fikir û hestên miletperweriyê, hezkirinê û bînfirehiyê ne.

Miletperwerî, bînfirehî, hezkirin ewê me nêzî hev bike, tifaq û yekîtiya me xurt bike.

Dilreşî, xêrnexwazî, egoîzim li zirara me ye, me bêhêz û ji hev da dixe, cesaretê dide neyarên me.

-Gava dest pir bin kar sivik dibe. Çûka bi tenê nabe xwedî hêlîn, kevirê bi tenê nabe dîwar.

XXX
-Ez wek merivekî xwediyê zanînê ji dayika xwe nebûme. Ji fêrkirinê hez dikim û ji bo fêr bibim dixebitim.

Min xwend, min ji bîr kir, min dît, hat bîra min, min kir, fêr bûm.
///Konfuçyus

Xwendin ji meriv ra dibe aqil, meriv pê difikire, dibe çav, meriv pê ber xwe dibîne, dibe guh, meriv pê dibihîze.
Zanîn hêz e, sermiyan e, îktîdar e.

XXX
Heger hewqas kurd nebûna hevalên tirkan û partiyên dewletê û li malên xwe bi kurdî bipeyivîyana ne dewletê kanîbû ev zulm li me bikira û ne jî em hewqasî ji hev tertûtuêla dibûn.

Wê gavê başbûn û xerabûna halê me hinekî jî di destê me da ye, em nebin hevalê dijminê xwe û li xwe xwedî derkevin rewşa me ewê baştir bibe û dijmin jî ewê newêribe hewqasî zulmê û çavsoriyê li me bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE