04 december 2019

Gava xelk ji meriv netirse çavê meriv derdixe



Tirk me pir diêşînin, zulmeke pir zêde li me dikin, nahêlin em ne li welatê xwe û ne jî li tu dera dinayyê rehet bikin, bîna xwe bigrin. Wer li pey me ne.

Kîjan kurd li ku derê bibêje ez kurd im, li dijî zulm û terora dewleta tirk derkeve, doza mafên xwe yên netewî bike, tavilê kûçikên xwe berdidinê û mohra terorîstiyê lêdixin.


Heger me ev zulm û terora wan bêbersîv nehîşta, dema wan ji kurdan yek kuşt, kurdan bikanîbûna heyfa xwe bigrin, ji wan duduyan, sisêyan bikujin, wê demê ewê hewqasî bêperwa hereket nekirina.

Qanûna vê vê dinyayê wiha ye, yê xurt kes nikane zulmê lê bike, kes newêre bela xwe tê bide.

Ma tirk diwêrin bela xwe di Amerîkayê bidin?

Ma diwêrin erdê Rûsyayê û Îranê dagir bikin?

Bêguman na, çimkî ji wan ditirsin.

Ji bo ku kanin bi me, ji bo ku zanin em nikanin heyfa xwe bigrin lema vê zulmêli me dikin.

XXX
Civîna 70ê saliya NATOyê qediya û serokên NATOyê yek bi yek Erdogan himêz kirin û eniya wî maçî kirin. Ka çi bi Erdogan kirin?

Gotineke tahl jî jê ra negotin, tenê eniya wî maçî kirin.

Heta nuha min ji serokên NATOyê tu beyaneke li dijî Tirkiyê nebihîst.

Ez bawer nakim biwêribin çipiska xwe jî bi Erdogan bikin. Trump li pişt Erdogan e.

Tiştmiştên hin serokên ewrûpî ji bo Erdogan dibêjin ji bo wî wek fisên tajiyan e, mêrik qurişekî xwe jî di gotin û rexneyên wan na de. Ew ji ZORê fêm dike, heta zorê, mirinê nebîne ewê guh nede kesî û terora xwe ya li hemberî kurdan û Ewrûpayê bidomîne.
Zor pere dike, yê xurt tim bi heq e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE