19 december 2019

Gava bi meriv ra şerm nemîne kane her tiştî bibêje



Merivê şerm bike, pê ra piçek heya hebe nabe hevalê dewleta dagirker, bajarê xwe wek bajarekî dewlet û miletê dagirker nabîne û naxwaze nav û sembolên dagirkeran li ser bircên bajarê meriv bilind bibin. 

Ferqa di nava însên û heywîn da edeb e, gava edeb, şerm nemîne, însan bêrû bibe kane her tiştî bibêje, her bêexlaqiyê bike.

Şair gotiye:

-Heger bi însên ra tunebe edeb, çi bike medrese û mekteb. Bixwîne, bi alim be, dîsa merkeb, dîsa merkeb.


-Dîtina însan çiqasî xerab in qet min matmayî nahêle, lê belê gava dibînim sirf ji ber vê ebeden şerm nake, matmayî dimînim.

XXX
Min dest bi xwendina romana Osman Ozçelîk, "Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê" kir. Lê ji ber biçûkiya puntoyên herfan xwendina wê ji bo min zahmet e.

Avesta dibê li kesên kal û pîr jî bifikire û di kitêbên xwe da herfan henekì mezintir bi kar bîne.

Erê ewê kaxet zêde lê here, li ser weşanxanê hinekî biharir rûne, lê xwendin ji bo her kesî ewê rehettir be.

Çavê xortê 20-30 salî û pîr û kalekî 70-80 salî wek hev nabîne.

Li Swêd êdî herfên hewqasî biçûk bi kar naynin, di kitêban da puntoyên hinekî mezin bi kar tînin. Ev yek jî xwendinê ji bo her kesî hêsantir dike.

Bi dîtina min ji dêlî puntoyên, qereketerên 9,10,11, meriv puntoyên mezintir û hin qerekterên xwendina wan rehettir e bi kar bîne baştir e.

Ez naxwazim romanekê bi mercekê bixwînim.

Hela ka ez binêrim ezê Mîrê Kela Rebetê bi çi zahmetiyê bixwînim...

Destpêk pir xweş e, bi meriv ra meraqeke mezin çê dibe. Ziman jî pir tekûz û zexm xuya dike, şaşî maşî tê tuneye.

Hêvî dikim heta dawiyê wiha be.

Berhemên wiha kêm in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE