11 december 2019

Ferqa me û qerebaxiyan



Montenegro(Qerebax) bi 622 hezar nufûsa xwe dewleteke serbixwe ye, em kurd 40-50 milyon in, lê dewleteke me tuneye, em hîn bindest in. Û ji me kesên dewletê naxwazin, li dijî dewletê ne jî hene.

Montenegro (Çiyayê Reş, Qerebax) welatekî Balkanan yê biçûk e, li başûrê Ewrûpayê di nav derya Adrîyatîk da ye. 

Montenegro di sala 2006a da bû welatekî serbixwe.


Nufûsa Montenegro di sala 2018a da 622.359 e.

Rûbarê, yanî qada Montenegro jî 13 026 km² çargoşe ye.

Montenegro endamê Netewyên Yekgirtî  ye û ji sala 2017a û vir da jî yek ji 29 endamên NATOyê ye.

Montenegro ne bi nufûsa xwe û ne jî bi mezinahiya xwe bi qasî bajarê Rihayê jî tuneye.

Lê Montenegro dîsa jî welatekî serbixwe ye û li Neteweyên Yekgirtî û di NATOyê da xwedî gotin e.

Lê em kurd wek milet di tu dezgeheke dinyayê da tunene, di xerîteya dinyayê da navê welatê me, navê me tuneye.

Bajarê Riha 18 584 km²  çargoşe mezin e.

Nufûsa Rihayê jî 2,031 miljon e.

Wek tê dîtin nufûsa Montenegroyê bi qasî ji sisiya yekê nufûsa Rihayê jî tuneye. 

Lê Montenegro welatekî serbixwe ye. 

Nufûsa me kurdan 40-50 milyon e, lê em hîn bindest in û bêdewlet in.

Bi baweriya min wek kurd dibê meriv ji vî halê xwe şerm bike û vê jiyana xwe ya rezîl wek koletiyê bibîne. 

Montenegroyî bi nufûsa xwe ya 622 hezarî xwedî dewle tin, lê em kurd 40-50 milyon in dewleteke me tuneye, pasaportên Tirkiyê Îraqê, Sûriyê û Îranê di pêrîkên me da ne...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE