20 december 2019

Ferqa faris û tirkan


Faris jî bi qasî tirkan neyarên me ne, lê ew vê neyartiya xwe wek tirkan pir beloq nadin der. 

Faris tu carî eşkere bi zimanekî xerab û neyarane qala me nakin, dijminatiya xwe ya li hemberî me nadin der. Lê di heqê me da tiştên pir xerab difikirin, pilan dikin û ji destê wan çi xerabî were dikin.

Tirk di heqê me da him tiştên pir xerab difikirin û him jî çi difikirin wiya dibêjin. Yanî neyartiya xwe venaşêrin.


Ev e ferqa farisan û tirkan. 

Tirk kîn û nefreta xwe ya li hem berî me, dijminatiya xwe venaşêrin, faris vedişêrin, faris wek maran her tiştî bi dizî dikin.

Sîdar: Mamoste, Faris li dijî nasnameya Kurdan ne bi kîn in weke Tirkan. Tu carî înkar jî nekirine. Ji Tirkek re bêje "Kurd im" weke ku avek sar pê dadikî. Faris bi giştî ne wiha ne. Lê helbet desthilatdariya xwe ya li Kurdistanê ji dest nadin.. Faris qurnaz in. Tirk qebe ne. Ew rast e.


Zinarê Xamo: Qesta min faris ji tirkan konetir in, tirk qebe û êrîşkar in, faris kone ne. Helbet nabe meriv tirk û farisan wek milet, wek kultur wek hev bibîne. Di toleransa kurd û Kurdistanê da jî û di medeniyeta giştî da jî faris ji tirkan gelkî pêşdatir û medenîtir in û bêtir bi kultur in


 XXX
Hevaltî, dostayî bi gotinê tenê nabe, dibê di praktîkê da were îspatkirin, jê ra fedekarî lazim e.

Dibê meriv ne tenê dost û hevalê rojên fireh be, ya muhîm dostî û havaltiya rojên teng e.

Di van demên dawî da dost û dijminên me kurdan baştir ji hev geriyan. Di nava dijminan da me xebîsê herî mezin, herî tahlûke û herî har baştir nas kir.

-Ez ji dostê xwe hez dikim, lê belê dijmin jî bi kêr tê. Dost hêza min nîşan dide, dijmin jî wezîfeya min.

Friedrich Schiller



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE