30 december 2019

Ferqa du fîlozof du şexsîyetan

Dîyojen di kûpê xwe da û bi kûçikên xwe ra


Dîyojen rojekê li ser kaniyekê hinek nîsk dişuşt û diniqand ewê ji xwe ra şorba nîska çêkira. 

Filozof Arîstîposê merivê împarator Îskenderê Mezin çû balê û bi tinazî ji Dîyojen ra got:

”Heger te kanîbûya aqilê xwe baş bi kar bianiya, nuha tu yekî nêzîkî împarator bû û tu mecbûr nedibû li ser vê kaniyê wiha nîska bişo û biniqînî.

Dîyojen dev ji şuştina nîska berda, serê xwe bilind kir, piçekî bala xwe da Arîstîpos û jê ra got:


”Ê heger te jî qîma(qinyata) xwe bi şorba nîska anîbûya tu mecbûr nedibû ji împarator ra şelefiyê bikî.”

Ji xwe maka hemû bêxîretî û îxanetan ev e, timayî û pûlperestî ye.

Heger kurdên bûne zilamên Erdogan û dewletê wan jî qîma xwe bi keda xwe ya helal ya xwîdana eniya xwe anîbûna ji bo çend qurişên rezîl nedibûn şelafên Erdogan û dewleta tirk.

XXX

 Îskenderê Mezin şagirdekî Arîstoteles bû û lema jî ji felsefê û ji fîlozofan pir hez dikir.


Îskender, nav û dengê Dîyojen bihîstibû. Rojekê rabû lêxist çû bajarê Korînt serdana Dîyojen.

Dîyojen jî di qesir û qonaxan da nedima, li peravekê di kûpekî mezin da dijiya. Ji Dîyojen ra dibêbe çi daxwaza te heye ji min ra bibêje.

Ew jî vê bersîva meşhûr didê:

”Meke sî çêyiyeke din ji te naxwazim !”

Li gorî anekdotê dibêjin Îskenderê Mezin jî dageriyaye ser zilamên xwe û gotiye:

”Heger ez ne Îskender bûma minê bixwesta bi Dîyojen bim.”


 XXX
Ji fîlozofekî pirsîne, gotine:

” Tu bi hebûna şans bawer dikî?!
Fîlozof gotiye:

”Erê çawa bawer nakim; ya na minê serketina kesên ez ji wan hez nakim çawa îzah bikira.”

Ez jî ji mecbûrî ji şans bawer dikim.

Heger ne şans bûya hin milet nedibûn xwedî dewlet û em kurd jî çar perçe nedibûn û nediketin bin destê çar dewletan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE