18 december 2019

Ez û Wêranşar


Ez fikirîm gelo ji bo çi ez hewqasî ji Wêranşarê hez dikim?

Min kir, nekir, tu taybetiyekê wê, tu xweşikiyekê wê ya muhteşem nehat bîra min.

Dû ra min fêm kir, ji bo ku bajarê min e, ji bo wê ye ez kûlika wê, ji wan kevirên wê yên reş hewqasî hez dikim.
Gelo her kes wek min dildarê bajarê xwe ye?
Gelo her kes wek min bîriya bajarê xwe dike?

Nizanim, lê jê ez ez dikim û pir jî bîriya wê wêrana xopan dikim.

Lê ya xerab êdî ne Wêranşara berê ye, ez lê wenda dibim, em bûne xerîbên hev.

Bi min wer tê fena ku wê ez ji bîr kirime, dûrîtiya ji hev dilê meriv ji hev sar dike, meriv dide jibîrkirin.

Lê min Wêranşara berê hîn ji bîr nekiriye, ew tim û daîm wek leylanê li ber çavên min hêl dibe, ez tim wê xeyal dikim…

XXX
Emê tarîxa xwe, serboriya xwe helbet ji bîr nekin.
Lê ne ku tim li wê bifikirin.

Dibê ji do bêtir, em li sibe, li rojên pêş bifkirin, hişê bala xwe bidin ser xebatên rojên pêş.

Em çi bikin emê zûtir bi ser kevin, serê xwe bi vê hedefê ra biêşînin…

Dijminên me pir xerab û namerd in, pir zulm li me kirine, em giş bi viya zanin. Ya muhîm emê çawa ji bin vê zîletê rizgar bibin?

Pirsa time m ji xwe bikin ev e.

Bi hêviya rojeke xweş û mişt xeberên xêrê û serketin…

XXX

Bîsteke din ez û xanim rêwî ne, emê herin pîrozbahiya PAKê ya Ala Kurdistanê. Ji bo pîrozkirina 100 saliya Ala Kurdistanê heval saet di 19.00a da şahiyekê çê dikin.

Riya me hinekî dûr e, lê li serê dinyayê be jî emê herin...

Îşev em 100 salaiya Ala Kurdistanê li xerîbiyê pîroz dikin, înşela rojekê emê li Kurdistana azad pîroz bikin. Ez ji bo dîtina wê rojê dixebitim.

Zinarê Xamo Şeveke xweş bû. Me çend dost û heval dîtin û bîstekê sohbet kir û ji hunermendê hêja Ercanê serhedî kilma Evdalê Zeynikê Rabe guhdarî kir. Ercan pir xweş got. Gava serhedî distirên meriv tahmekê, lezetekê ji kurmancî digre û dixwaze bi saetan lê guhdarî bike.

2019-12-17

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE