28 december 2019

Ereb êdî ne yek milet in


Erê koka beşekî ereban, ziman û dînê wan yek e, lê ez dibêjim ereb êdî ne yek milet in. 

Yekbûna dîn û zimên û merivatî têrê nake, însanan nake yek milet.

Ziman û dînê emerîkiyan, îngilîzan, austûriyan, qanadayiyan û gelek welat û miletên din jî yek e, lê ne yek milet in. Gelekên wan koka wan jî yek e.

Koka wan, dînê wan, zimanê wan yek be jî ereb êdî ne yek milet in, tarîxê ew ji hev dûr xistine, kirine miletên cihê. Ev rastiyeke tarîxî û sosyolojîk e.


Eynî tiştî meriv kane ji bo tirkan, azeriyan tirkmen û miletên tirk yên din jî bibêje. Yên wan jî dîn, ziman û koka wan yek e, lê bûne çend welat û miletên cihê. 

Gelşa ereban jî eynî tişt e, erê dînê wan, zimanê wan û koka hinekên wan yek e, lê ev têrê nake, her welatekî ereb êdî bûye welat û miletekî cihê. 

Ez bawer nakim ereb hemû werin ba hev û bibin yek welat û yek milet.

Ev yek ji bo me kurdan jî wiha bûye, lê em hîn qebûl nakin.

Em kurd bûne 3-4 miletên cihê û yekîtiya wan jî mimkûn xuya nake. Lê bira kurd bibin çar dewlet û çar welat, tişt pê ve tuneye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE