21 december 2019

Erê em hindik in lê belê em hene


Ji Dêrikê, ji Qoserê, ji Nisêbînê gelek nivîskar, şair, resam derketine.

Yanî mêrdînî camêran di her beşê edebiyatê da hene û xwedî berhem in.

Ez ji wan nabixudim, nadexisim, ji wan hez dikim û çend caran jî ji ber vê kurdayetî û jîriya wan, min pesnê mêrdîniyan daye.


Lê helbet dixwazim çend nivîskarên me wêranşarîyan jî hebin. Çimkî lêv ji diranan zêdetir e. Dixwazim di warê kurdayetiyê da bajarê min ji bajarên din ne kêmtir be. 

Ev 40 sal e ji Wêranşarê dûr ketime.

Ji ber wê jî nizanim ji Wêranşarê jî tu nivîskarên bi kurdî dinivîsin(roman, çîrok, şiîr) derketine ya na?

Hemşeriyên min yên haya wan ji vê yekê heye heger navê wan nivîskaran binivîse ezê gelkî kêfxweş bibim.

Nivîskar, sinetkarên mêrdîniyan pir in. Ji me wêranşariyan jî yek du heb hebin baş e, qenekê li hemberî van mêrdîniyan ezê zêde şermezar nebim. Dixwazim hemşeriyên min navên wan binivîsin.

Kemal Bakan Apo tu heye, Her bijî

Zinarê Xamo Ez li ber xwe didim, lê bê pişt nabe. Ev dinya wiha ye, yê bêpişt kes hesabê wî nake...

Kemal Bakan Zinarê Xamo em hemû li pişta te ne,
Tu taca serê me yî

Zinarê Xamo Kemal Bakan, tu roniya çavê min î, mala te ava.

Kemal Bakan Zinarê Xamo çavên te saxbin

Enwer Karahan Ê kek Zinar, ev nebû! Te Wêranşar û Mêrdîn daye hemberî hev, ne Wêranşar û navçeyeke Mêrdînê...

Zinarê Xamo Enwer, ma tu dikî fortan jî li me bêkesên wêranşarî yasax bikî ?

Zinarê Xamo Navê sê nivîskaran hatin bîra min. Newaf Mîro, Îbrahîm Osman û Silêman Kaya. Ez bawer dikim çend hebên din jî hene. Bira wêranşarî navên wan jî lê zêde bikin.

Ez jî hinekî bêhiş bûme, êdî navê nivîskarên wêranşarî jî ji bîr dikim. Yanî em ji bin da ne miflis in, çend nivîskarên me jî hene.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE