08 december 2019

Em nifşekî bêşans û serneketî ne


Em kurderpwerên, kadirên di salên 1950-60î da hatine dunyayê nifşekî(cîlekî)pir bêşans in, di warê siyasî da tarîxê wezîfe û barekî mezin da ser milê me, dibê me gelê xwe ji bindestiyê xelas bikira.

Ji bo vê armancê em ketin rê, baş xerab, rast çaewt me hin tişt kirin.

Lê me wezîfeya xwe baş bi cî neanî, me ji gelê xwe ra tu tişt bi ser avê nexist.

Wek milet em hîn jî bindest û bêdewlet in, me hebûna xwe di tarîxê da hîn garantî nekiriye. Pêşeroja me ne diyar e. 


Di dema me da him li dunyayê û him jî li welatê me bûyerên pir mezin qewimîn, sîstem têk çûn, şerê mezin çê bûn, welatê me wêran bû, me bi hezaran şehîd dan. Bi milyonan koçber bûn.

Lê di dawiya malwêraniyeke hewqasî mezin da me ji gelê xwe ra tu serketineke mayinde bi dest nexist.

Ev yekî ji berpirsiyarên vê rewşê me. Ev yek janeke mezin dide dilê min.

Hukmê tarîxê ji bo me ewê çi be ez nizanim. Lê tiştê ez zanim zarokên me, neviyên me ji bo me ewê tiştê baş nebêjin.

Hîn li dunyayê çend salên me mane, serdema me hîn temam nebûye, hêvî dikim di rojên pêş da em kanibin hin tiştên baş ji gelê xwe ra bikin.

XXX
Nexweşî neyê zanîn dermankirina wê jî ne mimkûn e. Yê nexweşiyê tespît û derman dike jî tuxtor e.

Tuxtor, piştî miayenê nexweşî çi be tespît dike û li gorî wê reçeteyekê dinnivîse û dest bi dermankirnê dike.

Ji bo başbûna yê nexweş emelîyat lazim be, emelîyat dike ya jî nexweşiyê bi derman tedawî dike.

Di siyasetê da jî riya çareserkirina kêmasiyan diyalog e, axaftine; dibê meriv li ser gelşên xwe bipeyive, kêmasî û şaşiyên hatine kirin tespît bike û li gorî wê xebateke nuh bide ber xwe.

Di siyasetê da jî riya çareseriya gelşan axaftin e, dibê meriv li ser gelşên xwe bipeyive, li hev guhdarî bike. Di axaftinê û diyalogê da zirar tuneye.

Bi xeydê, bi zorê meriv nikane kesî ji ser riya şaş vegerîne, dibê meriv pê ra bipeyive, îzah bike. Mimkûn e wextê bigre, lê riya herî baş ev e, axaftin e, diyalog e.

Em kurdên welatparêz, netewî dibê ji hev nexeyidin, li hev guhdarî bikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE