19 december 2019

Du terorîstên bûyera Stockholmê jî li Tirkiyê derketin

Parviz Saidrahmonov û Rakhmat Akîlov


Du terorîstên Swêd lê wan digeriya li Tirkiyê derketine. Li gorî Tirkiyê gotiye û TRT Haberê xebera wê weşandiye du terorîstên hevalên  Rakhmat Akilovê qatilê 5 kesan di destê Tirkiyê da ne û li Efrînê girtîne. 

Yanî careke derket ortê tilêiya Tirkiyê di bûyera Stockholmê da heye. Terorîst ne merivên Tirkiyê bin ne mimkûn e herin Efrînê. Maneya xwe çeteyên Tirkiyê ne.


Rakhmat Akilovê ozbek di 7ê nîsana 2017a da li Stockholmê bi qamyonekê 5 kes kuştin û gelek kes jî birîndar kirin. 


Rakhmat Akilov hat girtin lê du kesên din yên wezîfe dabûn Rakhmat Akilov nehatin girtin.

Navê yekî Parviz Saidrahmonov ku wek Abu Davud tê naskirin û yê din jî Tojiddin Nazarov e, ew jî wek Abu Osama Noraki tê naskirin.

Tirkiye nuha dibêje ev herdu kes li Efrînê di hefsê da di destê me da ne.

Dîsa planeke Reîs heye. Ev du sal e negotin qatil li man e, nuh dibêjin. Diyar e Reîs saneryoyeke nuh hazir kiriye.

Efrîn di bin dagirkeriya Tirkiyê da ye, Tirkiye wan nebe wir, ew bifirin jî nikanin herin Efrînê.

Û çi îşê wan li Efrînê heye?

Çima çûne Efrînê?

Kê ew birine Efrînê?

Heta nuha li Ewrûpayê li kîjan terprîstî geriyan e serê wî/wê li Tirkiyê derketiye. Ev jî eynî tişt e.

Ji xwe Rakhmat Akilov jî, jina wî jî ji Tirkiyê hatibûn, bi sedan carî bi hin kesên li Tirkiyê diman ra peyivîbûn.

Yanî Tirkiye hêlîna Daîşê ye, her kes viya zane. Tirkiye ne li pişt bûyera Stockholmê be ev herdu terorîst nuha ne li ba tirkan bûn. Û him jî li Efrînê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE