24 december 2019

Dawiya siyaseta ev nebû yekî dinê



Reîs ji bo ku kanibe baş şerê kurdan bike nabêna xwe bi Amerîkayê ra xera kir û bû dostê Rûsyayê.

Got Trump nebe, Pûtîn heye, ma ji min ra dost û yar tuneye?

Û dev ji Amerîkayê berda çû ket lanê hirçê, himêza Pûtîn..

Nuha jî wa ye Rûsya li Idlibê li çeteyên wî dixe, îcar jî bi Rûsyayê ra serê wî ketiye belayê. 

Rûsya bi Sûriyê ra Idlibê bomberdûman dike. Koçê dest pê kiriye. Tirkiye dixwaze rê li ber koçeke din bigre. 

Reîs ketiye tengasiyê. Dawiya siyaseta ev nebû yekî dinê xerab xuya dike.


Ji bo êrîşan rawestîne telefonên ji Pûtîn ra netîce nedan, Reîs îro(23/12) bi lez heyetek şand ba Pûtîn ricayê. 

Gava dîplome sexte be, ” matamatîk jî zeîf e, hesabê şaş tê kirin.

Lê Reîs merivê dek û dolban e, qey ewê çareyekê bibîne.

Rûsya nebû, ewê welatekî din bibîne, Çîn heye, hîn gelek welat nehatine ceribandin.

Yanî îcar nebû careke dinê, ev dost nebû, dostekî dinê…

Bi Xwedê îşê Reîs pir zor xuya dike, hirç heywaneke him xurt e û him jî serhişk e, parsuyê însên dişkîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE