18 december 2019

Dawiya Reîs kane pir xerab were...


Senatoya Amerîkayê cezakirina Tirkiyê bi 6 rayên li dij û 86 rayên erê qebûl kir.

Nuha top di nigê Donald Trump da ye, pêşniyar ji bo îmzeyê ewê here ber destê Trump. Heger Trump jî îmze bike wê demê ”Reîs” heb xwar, ewê serserî here, teloqanîbûyina wî ewê dest pê bike.


Yanî dawiya/taliya ”Reîs” pir xerab xuya dike.

Ev îhtîmal roj bi roj zêde dibe.

Yê bi zulmê bextewar(abad) bibe, dawiya wî berbad dibe.

Numûneyên vê wecîzê rast derdixin pir in...

Yanî bi qasî xuya dike taliya ”Reîs” ewê pir xerab biqede.

Lê helbet ne taliya wî tenê, ya şelaf û şûrkêşên wî jî, ewê jî bi Reîsên xwe ra herin…

XXX
Piştî ku Efrîn, Serêkaniyê, dagirkirina rojavayê Kurdistanê ji tirkan ra ma, tahmijîn, aşûnî bûn. nuha jî çavê xwe berdane Lîbyayê, dixwazin di vê qerembolê da ji Lîbyayê jî para xwe bigrin.

Çimkî di zorê û êrîşkariyê da kara xwe dîtine...

Devê gur carê bi xwînê bibe hew disekine, çara wî kuştine.

Ev gurê har derbê nexwe, seqet nebe, neyê kuştin nasekine, çimkî gurekî har e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE