29 december 2019

Çend peyv li ser daxwazeka şaş û neheq


Nivîskarekî  kurd li ser çi dinivîse bira binivîse, qala çi dike bira bike baş e, ji bo ziman û edebiyata kurdî xizmeteke, dibê em pê kêfxweş bibin. 

Çimkî ya muhîm ne li ser çi nivîsîye û mijar çi ye, ya muhîm ziman û qelîteya berhemê ya edebî ye. 

Carnan ez dibînim û dibim şahid hinek kes dixwazin her edîbê kurd nasyonalîst be û di her berhema xwe da jî liberxwedan û qehremaniyên kurdan bipesinîne, qala trajediyên hatine sere kurdan bike.


Daxwazeke wiha ne rast e û ne jî mimkûn e. 

Nivîskar, edîb ne siyasetmedar e û tiştên dinivîse jî ne meqale, beyan û belavokên siyasî ne. 

Edebiyat hest û zewqeke şexsî ye, edîb hastên xwe, fikirên bi uslûbeke mexsûsî xwe, li gorî hin qaîdeyên estekîk bi nivîskî ya jî bi devkî dide der.

Çawa ku her kurd ji siyasetê hez nake, her kurd ne miletpwer e, her edîb jî ji siyasetê hez nake û ne kurdperwer e.

Yadin kurdperwer be jî, fikir û îdeolojiya çi be jî ne şert e û ne mecbûr e di her verhema xwe da nasyonalîzmê bike, qala felaketên hatine serê kurdan bike.

Her nivîskar, her edîb li gorî zewq û înteresa xwe dinivîse, dilê wî çi bixwaze ewê li ser wê binivîse. 

Yek kane tenê li ser evînê binivîse.

Yek kane romanên li ser rerotîzmê binivîse.

Yekî din kane li ser eşka îlahî binivîse.

Yek kane romanên polîsîye binivîse.

Yekî din kane tenê pêkenînan, tiştên mîzahî binivîse.

Yek kane li ser nebatan ya jî tenê li ser heywanan binivîse.

Lê hin nivîskar jî di roman, çîrok û şiîrên xwe da qala zulma li kurdan dikin, qala li berxwedan û qehremaniyên kurdan dikin. 

Yanî kî ji çi hez dike, kêfa wî/wê ji çi ra û ji kîjan mijarê ra tê bira li ser wê binivîse. Ziman û edebiyata miletekî bi vî hawî bi pêş dikeve.

Ne ku meriv wek dema Sovyetê nivîskaran mecbûrî edebiyateke siloganîk û propagandeyê bikin. 

Hin nivîskar ewê li ser tarîxa me, li ser şer û berxwedana kurdan ya li hemberî hêzên dagirker, li ser trajediyên hatine sere kurdan, li ser mêranî û egîdiya pêşmerge û gerîlayên kurd binivîsin û hinek jî ewê di berhemên xwe da qet qala van tiştan nekin, qala tiştên abstrakt, xeyalî bikin. 

Lê belê hemû jî lazim in û baş in. Tiştê em li ser bipeyivin ne ku çima li ser vê meselê ye, lê ne li ser vê meselê ye, ziman e, qalîte berhemê û uslûba nivîskar e, yanî di ware edebî da çiqasî baş û serketî ye, ya jî ne ne serketî ye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE