24 december 2019

Çahmin....


Do bi şev xanimekê(min navê wê ji bîr kir) di twîttê da pirsa maneya gotina tirkî ”galîba” ya bi kurmancî kiribû, gotibû hûn bi kurmancî ji gotina ”galîba” ra dibêjin çi?

Gelek pêşniyar hatin kirin. Di nav çend varyantan, sînonîman da  yekî swêregî got li ba me em dibêjin "çahmin, çahmi”. 

Em jî li Wêranşarê dibêjin ”çahmi, çahmin”. Min ev peyv ji bîr kiribû, bi dîtina wê, ez pir kêfxweş bûm û min sipasî hemşeriyê xwe yê swêregî kir.


Çend numûne bi çahmin:

-Ez digerim nagerim qutikê xwe nabînim. Çahmin qutikekî minê sor hebû.

Çahmin ewê ne wiha bûya, lê tu dibêjî wiha ye.

Çahmin ev kilît bû, lê belê lê nayê, venake…

Çahmin, sînonîma ”ez dibêjim”, ”ez dibêjim qey” , ”bi texmîna min” e. 

Belkî jî ji gotina "bi texmîna min" hatibe çêkirin. Lê etîmîlojiya wê çi be jî "çahmin, çahmi" gotineke(adverbek) pir xweş e û dibê meriv bi kar bîne. 

Hêvî dikim têkeve ferhengên kurdî. Min bala xwe ferhengên li ba xwe, di wan da tuneye.

Çahmin, bi tirkî ”galiba”, bi swêdî ”troligen, antagligen, bi ingilîzî ”probably”.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE