27 december 2019

Bi Helîm Yûsif ra sohbeteke xweş




Me çend kurdên Swêd îşev li Stockholmê li Enstîtuya Kurdî bi Helîm Yûsif ra şeveke pir xweş derbas kir. 

Gelek zor û zahmetî, gelek serpêhatiyên xweş û ne xweş yên me nizanîbû me ji devê wî bihîst.
Şeveke pir xweş û bi sûd bû. 

Me Helîm Yûsif fikrên wî yên li ser edebiyatê hinekî din nas kir û hin serpêhatiyên wî yên trajîkomîk ji devê wî bihîst, guhdarî kir.


Hin serpêhatiyên Helîm Yûsif jî bi qasî roman û çîrokên wî xweş û rengîn in. Her romaneke wî xwedî çîrokek pir taybet e.  


Ev hefteyeke ji min ra lê hatiye, hema hema min nig di bin xwe ve nekiriye, rojê li civînekê û li ba hevalekî me. 


Îro min roja xwe li Enstîtuya Kurdî bi dost û nivîskarekî hêja ra borand, guh da serpêhatî û dîtinên wî yên edebî. Bi hin nas û dostên din ra sohbet kir.


Gelek sipas ji bo Enstîtuya Kurdî û Helîm Yûsif ji bom vê şeva xweş û bi feyde.


Sibe jî piştî danê nîvro ezê hevalekî din bibînim, me yê îro hev bidîta lê ji ber civîna Helîm Yûsif ket nabênê, ma sibe.

Helîm Yûsif û Şoreş Reşî ji min ra kitêbên xwe îmze kirin. Mala wan ava be, kitêbxaneya min zengîntir bû.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE