10 december 2019

Berfê îro dîsa silavek da me



Îro Stockholma xopan sar e, berfê hindik be jî erd sipî kiriye. Hewa 4-5 derece di binê sifiré da sar e, ger û meş nuh xweş e...

Xanim hîn di xew da ye, bîsteke din, piştî rabû û xurîniya xwe kir, emê derkevin bîstekê bigerin.

Do em zêdeyî 10 km, 15 hezar gav meşiyan, hela em binêrin îro emê kanibin çiqasî bimeşin...


XXX
Di van demên dawî da ez dixwazim sibakê bi xebereke xweş dest bi rojê bikim, ji bo wê çavê xwe li vê malperê û li wê malperê, li twîttên hin kesan digerînim, lê tiştekî me kurdan dilşa bike nabînim.

Ji mecbûrî ez jî tabiî rewşê dibim û qala tiştê heyî dikim.

Lê ewê baş bibe, em wer hêvî bikin û ji bo wê bixebitin. Tiştê dikeve ser milê me xebat e, xurtkirina hevkariyê ye.

XXX
Partiya Komunîst ya Tirkiyê jî di nav da, çend pariyên çep û komunîst, bi Partiya Kumunîst ya Îsraîl û hin pariyên filistînî bi hev ra ji bo piştgiriya bi filistîniyan ra dest bi kampanyaya topkirina îmzeyan kirine.

Partiya Komunîst ya Tirkiyê alîkariya kurdan nake, bira alîkarî li wir bimîne, tew di ser da şerê kurdan dike, lê diçe ji bo filistîniyan îmzeyan top dike û dest bi kampaniyan dike.

Çi rast, çi çep, çi komunîst partiyên tirk giş bi dewleta xwe ra ne û giş jî li dijî azadî û serxwebûna me ne. Bi numûneyên wiha durûtiya wan baştir xuya dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE