12 december 2019

Begefendî bi tirkî bibêje !


Seyda Goyan di feysa xwe da gotiye li Batmanê ew çûye maxazeyeke kincan û ji keçika li wir kar dike bi kurmancî bihayê pantorekî pirsiye, gotiye," bihayê vî  pantorî çiqas e?”

Keçikê bi tirkî jê ra gotiye:

"Bey efendi turkçe soylesenize !", yanî bi tirkî bibêje!


Batman xwedêgiravî yek ji kela kurdayetiyê ye. Lê tu nikanî bi zimanê xwe ji dikanekê tiştekî bikirî.

Mirina miletekî ji viya vekirîtir nabe. 

Lê musebîb û sûcdarên vê malwêraniya me ne dewlet tenê ye, kurd bi xwe ne, partiyên kurd in, yên tirk kirin serok û parlamenterên kurdan. 

Dê û bavên bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin. 

Mixazeya kesên bi kurdî nizane dide xebitandin.

Yanî rastiyek heye, bi piraniya kurdan ra şiûrê netewî tuneye, ji bin da mirî ye. 

Ji bo wê jî ew keçik ketiye wî halî, ji bo wê jî ew keçik kane li wir bixebite û ji bo wê jî mişteriyên wê mixazê vê yekê ji bo xwe nakin problem, nabêjin gerek tu bi kurdî bizanibî, ji xwediyê mixazeyê ra nabêjin gerek karkerên te bi kurdî bizanibin.

Yanî kêmasî ne ya wê keçikê tenê ye, berpirsiyarên vê rewşê pir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE