16 december 2019

Azadî û serxwebûn mafê me ye


Yê meriv digihîne xeyalên meriv xebat û cesaret e. Dibê em bixebitin, bi îstîkrar bin û ji daxwaza azadî û serxwebûnê netirsin.
Ev heqê me ye.

Xeyala me, em ji bindestiyê, ji bin vê zîletê derkevin û wek xelk û alemê em jî bibin xwedî dewleteke netewî.


Xewn û xeyala her kurdî çi ye helbet ez nizanim, lê ya min ev e, Kurdistanek çê bibe û ez pasaporta wê têkim bêrîka xwe.

XXX
Ji me ra tim dibêjin nuha ne wext e, hinekî din sebir bikin. Me pir sebir kir. Lê sebirdarî me dihelîne, me diqedîne.

Yên ji me ra dibêjin hûn bi heq in, zulm li we bûye, heqê we hatiye xwarin dibê êdî dev ji şîreta sebir bikin berdin û destegê bidin azadî û serxwebûna me.

Kurd ne zemqa yekîtiya Sûriyê, Îraqê, Îranê û Tirkiyê ne. Kurd nikanin qûna faris, ereb û tirkan rast bikin…

XXX
-Di rêya tu zanî şaş î, ji dêlî tu yê bi her kesî ra bimeşî, di rêya tu zanî rast e, bi tena serê xwe bimeşe.
Rêya kurdayetiyê rêyeke rast û emê tu carî ji vê rêya xwe dernekevin.

Xebata ji bo azadî û serxxwebûna kurd û Kurdistanê xebateke rast e, bi şerf e. Xwezî bi dilê wî kesê ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê dixebite.

XXX
Yên dibêjin dev ji partiya Tirkiyê û demokratîkirina Tirkiyê berdin rast dibêjin û li ser rêyeke rast in. 

Wek kurd wezîfeya me ya esasî xebata ji bo welatê me ye, azadkirina miletê me ye. 

Li tu dera dinyayê tevgerên netewî ji bo yekîtî û demokrasiya welatê dagirker micadelê nadin. 

Xebata wan ji bo azadiya gelê wan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE