02 november 2019

Yekîtiya Ewrûpayê hinek xûgîya din da Erdogan



Yekîtiya Ewrûpayê 663 milyon Euro xûg(xerac) da Tirkiyê. Erdogan 3 roj berê gef li Yekîtiya Ewrûpayê xwar, got heger hûn pera nedin min ezê 3,6 milyon koçber bişînim ser we û li kuçeyên we jî ewê bombe biteqin, wê demê hûnê poşman bibin lê ewê dereng be.

Li hemberî vê tehdîda Erdogan, lîderên Yekîtiya Ewrûpayê ji tirsa bi xwe da berdan û bi lez, wek xelata dagirkirina Serêkaniyê û Girê Sipî 663 milyon Euro jê ra şandin.


Lê ew viya hindik dibîne, dibêje ezê li Rojava bajarên nuh ava bikim, dibê hûn fînanse bikin.
Ev 663 milyon Euro qismê pêşî ye.

Her cara ji Erdogan ra pere lazim dibe, destê wî teng dibe ji Yekîtiya Ewrûpayê bi çewalan Euro xûgê digre.

Erdogan ewrûpî baş nas kiriye, zane bizok û silek in, bi gefekê binê xwe pîs dikin.

Lîderên Yekîtiya Ewrûpayê dibêjin belkî bi bertîl û xûgiya didin Erdogan ewê kanibin welatên xwe biparêzin, lê şaş in, bi vî aqilî ewê him ji perê xwe û him jî ji welatên xwe bibin, bi organîzeya Tirkiyê û Îranê bi milyonan musilman û afrîkî di rê da ne.

XXX
Meriv dost û hevalên xwe ne di rojên fireh da, di rojên teng da nas dike.
Li Tirkiyê ne ji hêzên çep û ne jî ji yên rast û îslamî ji kesî deng dernakeve, kes zulma li me dibe protesto nake, kes nabêje em bi we ra ne.

Bi wesîleya dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê me careke din dît di nava tikan de dostên me, hevalên me, dilxwaz û xêrxwazên me tuneye.

Çep û rastên di rojên firehiyê da xwe wek dotên me nîşan didan derew bûye, hemû dostên, hevalên derewîn bûne.
Di her ketin û rabûnekê da meriv dost û dilnexwazên xwe baştir nas dike û dibe xwedî tecrûbeyên nuh.

XXX
Li her welatî nasyonalîst,irqçî,faşîstên hene, lê hindik in. Yên tirkan pir in, belkî ji sedî 99ê tirkan faşîst û neyarên qewmê kurd in û ji irqçî û faşîstên miletên din pir hartir in, wek gurên dev bi xwîn in. Di destê her yekî da aleka tirk û wek keriyên gurên devbixwîn dizûrin.

Gur heywanekî pir bi zirar e, lema navê har lê kirine. Meriv nabêje şêrê har, pilingê har, hirça har. Tenê gur har e Sembola nasyonalîstên tirk gur e, ji xwe ra dibêjin "gurên boz"!

Semboleke bi îsabet hilbijartine, bi rastî jî tirk gur in, ji bo dinyayê pir tahlûke û bi zirar in.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE