10 november 2019

Yê hevalê dijmin be fikrê wî diyar e

Maşallah Dekak, Serdar Bûdak


Maşllah Dekak bi serokê şaxa AKPê li Amedê Serdar Bûdak ra rûniştiye û li ser mesla kurd fikrê wî pirsîye.

Serdar Bûdak nûnerê AKPê û zilamê Erdogan yê Kurdistanê ye, yanî heval û hevkarê dewletê û hêzên dagirker e.

Ma ji bo zanîna fikrê Serdar Bûdak ev ne bes e?

Ma ne diyar e serokê Serdar Bûdak Erdogan ji bo kurdan û Kurdistanê çi difikire ?

Ma ne xuya ye di programa AKPê da ji bo kurdan çi heye û serokê AKPê û wezîrê karên hundur di piraktîkê da çi tînin serê kurdan?


Çi qîmet û giraniya gotinên Serdar Bûdakê belengaz heye?

Fikrê Serdar Bûdak çi be û çi bibêje çi qîmeta wê heye?

Mêrik bêyî ku şerm bike hevalê dijmin e, hevalê hêzên dagirker e, ma ewê ji bo kurdan çi bibêje?

Heger merivekî baş bûya nedibû hevalê dijminê xwe, hevalê kesên irqçî, faşîst û neyarên kurdan, qatilên kurdan.

Fikrê wî li meydanê ye, hevalê dagerkeran e, hevalê Daîşê ye. Piştgirê dagirkirina rojavayê Kurdistanê û qetlîama kurda ye. 

Piştgirê qeyûman e.

Piştgirê bi hezaran girtiyên kurd e.

Heger li dijî van bûya nedibû endam û berpirsiyarê AKPê û Diyarbekrê.

Serdar Bûdak beşekî ji artêşa tirk e. 

Tirkan Kurdistan ne bi hêzên xwe yên leşkerî tenê dagir kirine, hevkarên dewletê yên kurd jî beşekî hêzên dagirker in.

Wek medyaya kurd dibê meriv van hevalbendên dagirkeran meşrû nebîne û reqlama wan neke. 

Meriv bi kurdekî hevalê Pasdaran ra, bi kurdekî hevalê Haşdî Şabî re wek kesekî bêsûc sohbet nake.
Meriv dibêje tu çima bûyî hevalê dijmin?

Tu çima bûyî hevalê hêzên dagirker?

Dibê Maşallah Dekak jî ev pirs ji Serdar Bûdak bikira: Tu çima bûyî hevalê dagirkerên welatê xwe?
Hevalbendiya dijmin hisekî çawa dide te?
Çaxa tu ji xelkê ra dibêjî ez serokê AKPê yê Diyarbekrê me, tu fedî dikî ya na?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE