25 november 2019

Xayinên me pir in !


Bêguman ehmeqên her miletî hene.
Lê yên me kurdan pir in.
Bêguman nezanên her miletî hene.
Lê yên me kurdan pir in.
Bêguman cahilên her miletî hene.
Lê yên me kurdan pir in.

Bêguman xwefiroşên, xayinên her miletî hene, lê bawer bikin yên me ji yên her kesî sed qatî pirtir in.
Vê piraniya rezîl û bi zirar ez merezarî kirime.
Ji ber ku hewqasî pir in, hewqasî pir in, tu namîne meriv bêhêvî bibe.
Ecêba giraan, ji nav miletekî çawa kane hewqas xwefiroş û xayin derkevin?
Çawa xîreta meriv qebûl dike piştgiriyê bide dagirkirina welatê xwe û kuştina birayê xwe?
Ji bo ku xayinên me pir in em nikanin zora neyarê xwe bibin.


XXX
Kî bibêje halê me kurdan baş e, em ji halê xwe, ji jiyana xwe memnûn in ne rast e.

Halê merivê bindest ne tu hal e, halê kûçikanîyê ye, ev rast e.
Lê gilî û gazin jî me ji vî halê perîşan xelas nake, ji bo xelasiyê, ji bo jiyaneke baştir û bextewartir xebat û tifaq lazim e, dibê em ji gilî û gazinên ji halê xwe yê perîşan bêtir, ji bo azadîya xwe bixebitin, ji ber fikir û baweriyên cihê bi hev nekevin, neyartiya hev nekin, dostiyê, biratiyê derxin pêş.

Em hemû bindest in, em hemû di bin zulmê da ne, welatê me hemûyan di bin dagirkeriyê da ye.

XXX
Kesê bêkêmasî, bêqusûr, sedîsed mikemel tuneye, kêmasî û qusûrên hinekan pir in, yên hinekan zêde ne. Qusûr û kêmasiyên zêde xuya dikin û yên kêm jî xuya nakin.

Ez ji merivê xebatkar û ne hevalê neyar, ji yê azadiya kurd û Kurdistanê xeyal dike, dixwaze û ji bo wê jî li gorî hêz û îmaknên xwe tiştekî dike, bi hemû kêmasî û qusûran ve hez dikim.

XXX
Yê barê wî/wê diristî, kurdperwerî, welatparêzî be belkî hêza wî/wê dakeve, belkî di bin vî barê giran da pişta wî/wê xûz bibe, lê belê serê wî/wê natewe, ewê tim û tim serbilind be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE