23 november 2019

Tu qîmeteke van pesnên vala li ba min tuneye

Mîke Pence,  Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî


Nizaim cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence li Hewlêrê çi gotiye. 
Nizanim Mîke Pence li ser navê Donald Trump çi soz daye û çawa pesnê kurdan daye.
Bi ya min ev gotin hemû vala ne.
Heta ez li hemberî Tirkiyê, Îraqê û Sûriyê piştgiriyeke Amerîka ya konkret nebînim, heta Efrîn û Serêkaniyê di bin dagirkeriye Tirkiyê da bin, tu qîmeteke van gotinên Mîke Pence û pesnên wî tuneye.


Erê serdana Mîke Pence ya Hewlêrê gelkî muhîm e, meriv kane gelek spekulasyonan li ser bike. Lê belê ji me ra ya lazim ne ziyaret û pesin û halan e, piraktîk e.
Bira Mîke Pence neyê Hewlêrê, lê alîkariya serxwebûna Hewlêrê bike, bira piştgiriyê bide PYDê û êrîşên Tirkiyê û çeteyên Daîşê rawestîne.

Yê destûr da Tirkiye Girê Sipî û Serêkaniyê dagir bike Pence, yê hîşt Tirkiye 300-400 hezar kurd ji malên wan derxe û bi çolan xin Mîke  Pence û Trump e. 

Îcar Mîke Pence di twîtta xwe da çi nivîsîbe, ji Nêçîrvan Barzanî ra çi gotibe li ba min tu qîmeteke wê tuneye; ji bo ku ji gotinên Mîke Pence bawer bikim dibê gaveke konkret bibînim. 

Pence, ji Barzanî ra û di twîtta xwe da çi gotibe jî di piraktîkê da ew hevalê Erdogan e, heta nuha ji Erdogan ra negotine gula te tahl e, Erdogan çi xwestiye wan qebûl û îmze kirine.

Efendim Mîke Pence çûye Hewlêrê, pesnê kurdan daye, ji Nêçîrvan Barzanî ra çi gotiye, ez bi xwe heta netîceyekê nebînim tu qîmetê nadim van tiştan.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE