08 november 2019

Tirkiye îcar jî Ewrûpayê bi şandina bi hezaran terorîstên Daîşê tehdît dike

Suleyman Soylu


Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu gotiye 1000 terorîstên Daîşê li ba wan in û ewê roja duşemê  dest pê bikin  ”wan wek pakêtan” bişînin welatên jê hatine.

Vir e, li Tirkiyê hezar daîşiyên girtî tune ne, hemû li ba dewletê îstîhdamkirî û di bin kontrola MITê, artêşê û polîs da ne. Hemû li malên xwe û li ser wezîfeyên xwe ne. 

Lê yên naxwazin îstîhdam bikin, dixwazin bişînin derve.

Dibe ku wek berê ji Erdogan û Soylu ra zêde nelazim in, lema jî dixwazin qismekî wan bişînin Ewrûpayê, di rojên pêş  da ewê ji wan ra lazim bin.


Lê esas ne hezar in, gelkî zêdetir in, Erdogan nuha dixwaze bi hezarî tenê tehdît bike.

Tirkiyê heta nuha negotibû wan tu terorîstên Daîşê girtine. Ev du sê roj in qala girtiyên Daîşê dikin.
 
Ev, lîstik û gefeke Erdgogan ya nuh e, bi mesela dagirkirina rojavayê Kurdistanê ve girêdayî ye.

Dixwaze bi vê gefê dinyayê bêdeng bike.

Tiştê em zanin 10-12 hezar terorîstên Daîşê li Sûriyê di hefsên YPGê û HSDê da girtî ne.  Tirkiyê tu carî negotiye wan hewqas kes girtine. Lê ev çend roj in ji nişka ve qala girtiyên Daîşê dikin.

Bi sedhezaran çeteyên îslamî di bin destê Tirkiyê da ne, Artêşa Millî ya Sûriyê çeteyên Daîşê ne. Her kes viya zane.

Gef, çavtirsandin, tehdît û şer û pevçûna bi Xerbê ra bûye metoda standard ya dîplomasiya Tirkiyê û Erdogan. 

Erdogan di gefên wiha da kara xwe dîtiye. Çimkî her cara bi şandina bi milyonan koçber Ewrûpa tehdît kiriye, ewrûpayiyan jê ra serê xwe tewandine û bertîl kirine, xûgî danê. Ew jî aşûnî bûye, gava jê ra pere lazim dibe, dest bi gefên nuh dike.

Nuha jî ji Ewrûpayê ne tenê pera dixwaze, dixwze kes îtîrazî jenosîda kurdan û dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê neke. 

Yanî bi gefa şandina terorîstên Daîşê û çend milyon koçberên li Tirkiyê kom kirine dixwaze Yekîtiya Ewrûpayê û dinyayê teslîm bigre.

Heta ewrûpî ew tirsonek û ev bênamûs bin Erdogan ewê tim gefên wiha li wan bixwe, ew çiqas pere bidin wî jî ew dev ji gefên xwe bernade. 

Çimkî di vê metoda mafiyayê da kara xwe dîtiye, ewê tim hinekî din bixwaze.

Ji bo ku Erdogan dev ji van gefan û şandina koçberan berde dibê ewrûpî zorê bi kar bînin, dibê jê ra bibêjin tu li piştî Daîşê yî, tu metodên mafyayê bi kar tînî, te sûcên li dijî mirovahiyê kiriye û wî bigrin mahkime bikin. 

Wekî din xelasiya Ewrûpayê tuneye. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE