26 november 2019

Tirkiye fuzeyên S-400î îro test dike



Li gorî medyaya tirk dinivîse Tirkiye ewê îro (26/11) S-400î test bike, yanî ewê sîstemê aktîf bikin.

Amerîkayê gotibû nekin, lê tirkê viya bikin û gavê paş da navêjin. 

Çimkî tirk naxwazin nabêna xwe bi rûsan ra xera bikin, li Sûriyê rûs bela xwe di wan bidin û wan ji rojavayê Kurdistanê derxin. 

Tirk ji bo ku kanibin beşekî rojavayê Kurdistanê dagir bikin û li wir cî li kurdan teng bikin, demografiya wir biguherin dibê nabêna xwe bi rûsan ra xera nekin.


Ji bo wê jî ji bo tirkan nuha mitefîkiya Rûsyayê ji ya Amerîkayê muhîmtir e û lema jî ewê Rûsyayê tercîhî Amerîkayê bikin.

Ez bawer nakim ne Amerîka û ne jî NATO tiştekî bi tirkan bikin. Emerêkî çendakî ewê bikin pilepil, lê tirkê çend qurişan bidin wan, yanî ji wan hin sîleh û tiştên din bikirin û dengê wan bibirin. Ewê F-35ê wan jî bikirin. Ji xwe Erdogan tim dibêje em amade new an jî bikirin.

XXX
Tîrêj: Ez bawerim tu xeletî. Dibê jibo berjewendîyên kesane girîng be lê jibo pergalêla dewletên mezin tu qîmeta bertîla tine. Bi dizî mirov bi bertîlan tên kirîn lê pergal nayên kirîn. Ji ber ku dema pere ji wan ra lazim be bi awayekî dewlet û miletên qels mecbûrê kirîna tiştek dikin.

XXX
Hêvî dikim ez xelet bim, Amerîka û NATO hustuyên xwe li ber tirkan xwar nekin. Tirk bûn hevalê Daîşê îdare kirin, bi Daîşê ra şerê kurdan û Amerîkayê kirin, îdare kirin. Tirkan bi sedan sûcên giran kirin, îdare kirin. Tirkan gaza fosfor bi kar anîn, îdare kirin.

Tirkiyê ji Asyayê bi milyonan koçber li xwe top kirine û bi wan tîçareta dike, bi gefa koçberan bi milyaran xûgiyê ji YE digre û dîsa jî dişîne. Amerîka, NATO û YE dîsa Tirkiyê îdare dikin. Yanî tirk çi dikin, Amerîka, NATO, YE serê xwe ji wan ra ditewînin. Çima îcar bibêjin na?

XXX
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu, di axaftina xwe ya di civîna Teşkîla Yekîtiya Îslamî ya li Cîddeya Erebîstana Suûdî da gotiye, ”Ez ji zarokekî filistînîyê biçûk yê li kuçeyên Xezayê ji bo azadî û şerefa xwe dimeşe bigre, heta bi jin û mêrên filistînî yên li Qudsê li hemberî dagirkeriyê bi qehremanî li ber xwe didin, hemûyan silav dikim.”

Gelo wezîrê karên derve yê Îsraîl diwêre ji bo kurdan eynî tiştî bibêje?
Ez bawer nakim.

Tirk natirsin û qurişekî xwe jî di Îsraîl û di Amerîkayê nadin, lema jî bêperwa dipeyivin.
Çimkî yên hemberî wan ne tiştek in, pûplperest û tirsonek in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE