26 november 2019

Tirkiyê 370 hezar ereb û tirk di malên kurdan da bi cî kirine


Cîgirê serokkomar Fuat Oktay, gotiye ”Li sûriyê li ciyên ji terorê hatin paqijkirin me ji Tirkiyê 370 hezar kes birin li wan deran bi cî kirin.

Em guh nadin kî çi dibêje, çiqasî destegê dide me, em biryardar in qorîdora aştiyê çê bikin.”

Wek tê dîtin mêrikan barbariya xwe qet venaşêrin, dibêjin ji gund û bajarên me kurd jê paqij kirine, me 370 hezar kes di malên wan da bi cî kirine.
 

Û kî çi dibêje jî qet ne xema wan e, ewê dagirkeriya xwe û jenosîda kurdan bidomînin. 

Çimkî di praktîkê da kes tiştekî bi tirkan nake, 

Neteweyên Yekgirtî, Yekîtiya Ewrûpayê, NATO, Amerîka, Rûsya kes li dijî dagirkiriya wan û qirkirina kurdan dernakeve, heta her kes piştgiriya wan dike. 

Lema jî tirk bi rengekî bêtirs ewê qirkirina xwe bidomînin.

Û ji xwe wa ye li Sûriyê gihîştin armanca xwe, rojavayê Kurdistanê wek ew dixwazin perçe û dagir kirin. 

Nuha jî însanan neqlî wir dikin, malên kurdan li çete û terorîstên xwe û Daîşê belav dikin.

Di sedsla 21ê da ev wahşet, ev jenosîd li ber çavê Neteweyên Yekgirtî û dinyayê dibe û kes dengê xwe nake…

Nizanim çima lê qirkirina kurdan bi dilê her kesî ye, her kes dixwaze tirk me qir bikin. Heger her kes nexwaze jî kes ne li dij e, kes midaxele nake.

XXX
-Ji çûna ser çiqlê darê netirse, fêkiyê xweş li wir e.
Ji xebata ji bo kurd û Kurdistanê netirse, xwe nede paş, azadî, xweşikî, dilşadî, bextewarî û dewletbûn di wê da ye. Xwe bidê, texsîr meke.
Bindestî, bêdewletî jiyaneke qirêt û nalet e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE