06 november 2019

Tirk nahêlin êrmenî jî li Girê Sipî vegerin malên xwe

 
Zarah Sînanyan

Li gorî xebera Public Radio of Armenia artêşa tirk û çeteyên wê yên terorîst, ne kurdan tenê, nahêlin êrmeniyên di dema şer da ji Girê Sipî derketibûn vegerin malên xwe. 

Tirk dixwazin Girê Sipî û Serêkaniyên ji kurdan, êrmeniyan û asûriyan paqij bikin.

Êrmenî û asûrî jî di agirê me da dişewitin, bi me ra wan jî nefî/surgûn dikin.

Qumsêrê Bilind yê Dîaspora êrmeniyan Zareh Sînanyan ji rojnamevanan ra gotiye: 


"Artêşa tirk nahêle êrmenî vegerin Girê Sipî. Kî ewê kanibe vegere Girê Sipî, kî ewê nikanibe vegere, tirkan bi hin şertan ve girê dane. 
Li gorî şertên tirkan danîne, êrmenî jî di nava kesên ewê nikanibin vegerin da ne.”

Belê tirkan Girê Sipî û Serêkaniyê dagir kirine, li dora 300-400 hezar kurd, ereb, êrmenî, asûrî, suryanî ji malên wan derxistine û nuha jî nahêlin xelk vegerin malên xwe. Malên wan li malbatên çete û terorîstên xwe belav dikin.

Gelek malbat ji Afganîstanê(ozbek), ji Kafkasan, ji Asyayê û ji Çînê(uygur)anîne, van kesan di malên kurd û êrmenan da bi cî dikin.

Û Neteweyên Yekgirtî û dinya jî li vê wahşetê dinêre.
Neteweyên Yekgirtî, Rûsya, Amerîka, Yekîtiya Ewrûpayê, hemû çete û hevalên çete ne. Lema li hemberî vê zulma tirkan dengê xwe nakin.



Hin kurd dibêjin efendim çima di vê tabêleya mahkima leşkerî da kurdî tuneye?

Aş çûye bi dû şeqşeqê ketine...

Hela hûn li pirsê û li gazinê binêrin?

Ma tirkan ji bo bi kurdî binivîsin ev bajar dagir kirin?

Bajar çûye, welat çûye, hêzên dagirker ala xwe li ba dikin, ew bi dû zimên ketiye, efendim çima kurdî tuneye!

Şerm e, meriv jê hêzên dagirkerê welatê xwe heq û edaletê naxwaze, li dijî hebûna wan derdikeve.

Tirk jî û her tiştê ew dinivîsin û bi darde dikin jî ne meşrû ne, dibê hemû bi hev ra ji Serêkaniyê bicehimin !

Bi rastî jî rewşa dinyayê û Erdogan ev e, Erdogan dinya teslîm girtiye.

Lema jî Neteweyên Yekgirtî, NATO jî di nav da, kes newêre dengê xwe bike, hemû bûne pisik û li jenosîda me temaşe dikin.

Amerîkayê, Almanyayê, NY, Yekîtiya Ewrûpayê gava xwestin serokên sirban Slobodan Miloseviç û Radovan Karadziç girtin, derxistin mahkimê û ceza kirin.

Lê bi Erdogan ra peymanan îmze dikin, serokê Neteweyên Yekgirtî Guterres çû ber nigê Erdogan û ew pîroz kir.
Tiştê Erdogan li Sûriyê û li hemberî kurdan kiriye ji sûcên Slobodan Miloseviç û Radovan Karadziç mezintir e.

Lê dinya newêre dengê xwe bike, ji ber ku yên tên kuştin kurd in kes ji tirkan ra tiştekî nabêje, her kes li qetlîama me temaşe dike.

Tikan Serêkaniyê, Girê Sipî bi tevayî vala kirin, 400 hezar însan bi çolan xistin û xelkê xerîb dibin dixin malên wan, lewheyên tirkî li Serêkaniyê bi darda dikin.

Lê ne NY û ne jî dinya, kes dengê xwe nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE