22 november 2019

Tirk malên kudan li ereban belav dikin



Tirkiye ereban li Serêkaniyê di malên kurdan da bi cî dike. 

Tirkan di sedsala 21ê da li ber çavê dinyayê bi sedhezaran kurd bi darê zorê ji malên wan derxistin, wek heywanên kovî bera çolan dan û nuha jî ereb û tirkan dibin di malên wan da bi cî war dikin.

Neteweyên Yekgirtî jî li vê jenosîda kurdan temaşe dike û ji Erdogan ra nabêje çawa tu kanî tiştekî wiha bikî?


Di tarîxa Neteweyên Yekgirtî da tu carî yekî wek Antonio Guterres namerd û xwefiroş nebûye serokê NYê. Ev bêdengiya NYê skandal e, rûreşiyeke mezin e.

Li alî din kurdên alîkariya vê jenosîda tirkan û terorîstên îslmî dikin jî hene.

Kurdê li dijî vê jenosîda tirkan dernekeve, ji vê wahşetê ra li çepikan xe, hîn jî hevalê AKPê be ew cahş e, merivekî xwefiroş e, tu ferqa wî ji çeteyên Daîşê tuneye.

Bira kurdbûn li wir bimîne, meriv însan be, meriv ne neyarekî pir zalim û nazîst be zulmeke wiha qebûl nake, nebe hevlê qirkirina miletekî.

XXX

Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu gotiye Artêşa Tirk endamekî Daîşê bi navê ”Ebû Cîhad El Dîn El Nasir Ubeyde” yê bi nazanavê ”Yûsuf Huba” girtine.

Li gorî Soulu gotiye, ”Yûsuf Huba” terorîstekî ji 20 sûcên terorê li dinyayê lê tê gerandin.
Çiqas serok û meşhûrên Daîşê hene, giş li Tirkiyê tên girtin (!)

Ji Bexdadî bigire, heta malbata wî, hemû li Tirkiyê ne. Çimkî sponsrê Daîşê Soylu û hukûemta wî ye.

Lema jî mesela girtinê dîsa hîleyeke, dîsa dek û dolabekê digerînin, yanî pilanmek, fêlbaziyek di bin vê xeberê da heye. Serokên Daîşê kadirên xwe nagire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE