12 november 2019

Teqînên do ewê ne yên dawî bin !



Teqînên do li Qamîşloyê çê bûn nîşan didin dijminên me heta hûn bixwazin namerd in û her wahşetê û nemirovahiyê dikin.

Dibê em bizanibin teqînên do ne yên dawî ne, kînga fersendê bibînin ewê teqînên wiha bikin.

Hêzên ewlekariyê dibê bi lez û bez hemû tedbîrên ji destê wan tên bigrin.

Di serî da dibê otomobîlan bera nava bajêr nedin û kontroleke mezin bikin.


Çavên wan li ser kesên xerîb bin...

Tirk bela xwe ji me venakin, bi sedhezaran qatilên ereb û îslamî di bin destê wan da ne, ewê van qatilan li hemberî me tim bi kar bînin.

Li alîkî êrîş dikin, bajarên me dagir dikin, li derên nikanibin dagir bikin jî bi teqînên wiha ewê dinyayê li me bikin dojeh.

Ji şansê me ra dijminê me dijminekî pir bêşeref û namerd e, dibê em tedbîrên xwe bigrin.

XXX
Qatil û celadên îslamî yên girêdayî artêşa Tirkiyê li Qamîşloyê, li orta bajêr sê bombe li pey hev teqandin. Gelek mirî û birîndar hene.

Ev tirkên nazî û barbar bi terorîstên xwe xwe yên îslamî her roj xwîna kurdan diherikînin.

Tirkiye îro li dinyayê maka terorîzmê ye. Ev wahşet bi emré MITa tirk bùye.

Dinya dibê li cînayetên vê rejîma îslamî-faşîst temaşe neke, bêdengî şirîkiya sûc e.

XXX
Ehmeq(bêmeju) ne tenê ji nav kesên nezan û cahil derdikevin, ehmeqên zana jî hene.
Molière li ser ehmeqên zana gotiye, ” Ehmeqekî zana ji ehmeqekî cahil ehmeqtir e.”

Yê ji kenê, ji sozên Ahmet Davutoglu bawer bike, hîn jî hêviyekê jê bike, bibe hevalê wî û pê ra partiyê ava bike ji cahilekî ehmeq jî xerabtir e.

Tarîxa me ya nêz baş nîşan dide di nava tirkan da kî dostê me ye, kî dijmin e. Dibê êdî em bi kenê dijminê xwe nexapin. Kenê li ser lêva Davutoglu, Îmamoglu û Babacan kîn û nefreta di çavê wan da venaşêre.

Şermeke mezin e em hîn jî ferqê têxin nabêna Davutoglu û Erdogan û ji Davutoglu kesên wek wî hêviyekê bikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE