30 november 2019

Tenê tiştekî dixwazim


Li vê dunyayê tenê daxwazek min heye, berî mirina xwe dixwazim Kurdistana serbixwe bibînim.

Dixwazim pasaporta Kurdistanê têkim bêrîka xwe, xanimê jî bidim bin cengê xwe û ez û wê bi pasaporta Kurdistanê herin li çend welatan bigerin û rêya xwe bi Tirkiyê jî xin, pasaporta Kurdistanê bi pûlisê tirk jî bidim mohrkirin.


Û dû ra jî ez li ku dimrim ji bilikê neviyê min ve, qet ne xema min e.

Lê mirina berî dîtina Kurdistana serbixwe ewê min çavvekirî bibe gorrê.

XXX
Ji bo tirsonekan xebata me, keftelefta me ya ji bo azadî û serxwebûnê giş bêhûde ye, em tu carî nikanin bigihîjin armanca xwe.

Ji bo wê jî baştir e meriv dev ji micadelê berde û wek wan teslîmî tirkan bibe.

Çimkî merivê tirsonek ji ber tirsonekiya xwe her tiştî ne mimjûn dibîne, lema jî zû teslîm dibe.

Şikir merivên wêrek, xwedî bawerî ji newêrekan zêdetir in.

XXX
Jiyan îmtihaneke, kî çi mal e, kî çi zane, çi nizan e, kî kane çi bike, çi neke, kî bi xîret e, kî bêxîret e, welhasilî kelam eyar û cewherê kê çi ye derdikeve ortê û her kes li gorî wê dîplomeya xwe digre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE