05 november 2019

Tabloyeke pir pesîmîst

Ez naxwazim pesîmîst bim û bêhêvîtiyê belav bikim. Lê li hemberî rastiya heye jî nabe çavê xwe bigrim, korfahm bim û xwe bixapînim.

Tiştê ez dibînim Neteweyên Yekgirtî li pişt Tirkiyê û Erdogan e û destegê dide jenosîda kurdan û dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê. 


Çimkî sekreterê NYê Antonio Guterres  li Stenbolê bi Erdogan ra rûnişt û pesnê Tirkiyê da û pêşniyara Erdogan ya ”herêma ewle” baş dît, got ewê bi lez analîz bikin. 

Guterres yk gotin jî li dijî êrîşa Tirkiyê negot, qet qala cînayet û hovîtiyên çeteyên Tirkiyê yên îslamî yên rojava dikin nekir.

Yek gotin li ser 400 hezar kesên ji Serêkaniyê û ji Girê Sipî koçberbûne negot. Fena ku tew Tirkiyê rojavayê Kurdistanê dagir nekiribe û hezar kes nekuştibin û bi sedhezaran jî bi çolan nexistibin.

Ev jî tê maneya NY destegê dide qetlîam û dagirkeriya Tirkiyê.

NATO jî li pişt Tirkiyê û Erdogan e û destegê dide jenosîda kurdan û dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê.

Çimkî sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg got ”Tirkiyê di şerê li hemberî Daîşê da roleke esasî lîst.”

Serokê Daîşê Bexdadî do di himêza Erdogan da hat kuştin, lê sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg dîsa jî pesnê Tirkiyê û Erdogan dide. 

Maneya xwe NATO jî destegê dide şerê Tirkiyê yê li hembeîr kurdan. Çimkî NATOyê heta nuha li Sûriyê saha hawayî li balafirên tirk negirtiye. Yanî NATO ne li dij e balafirên tirk gund û bajarên kurdan bombebaran bikin.

Heger li dij bûya ewê nehîşta.

Yekîtiya Ewrûpayê jî li pişt Tirkiyê û Erdogan e û ne li dijî jenosîda kurdan û dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê ye. 

Çimkî hîn do bû YE 366 milyon Euro da Tirkiyê û heta nuha li hemberî Tirkiyê tu gaveke cidî û berbiçav jî navêtiye. Çend gotinên rexne tesîrê li Erdogan nake.

Rûsya jî li pişt Tirkiyê û Erdogan e û bi dil û can destegê dide jenosîda kurdan û dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê.

Heger ne wisa bûya Rûsyayê Efrîn nedida Tirkiyê û nedihîşt Tirkiye Serêkaniyê û Girê Sipî dagir bike, nedihîşt Tirkiye her roj bi topan kurdan terorîze bike.

Van navên min li jor rêz kirin mixabin hemû destegê didin dagirkerî û qetlîamên Tirkiyê, yek jî ne li dijî jenosîda kurda ye. Erdogan hemû kirîne, hemû kirine hevalê xwe.

Serokê Amerîka Trump ji xwe mala me şewitand, ew jî wek Pûtîn li pişt Tirkiyê û Erdogan e destegê dide jenosîda kurdan û dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê ye.

Li Amerîkayê hin endamên kongrê û sanatorên, siyasetmedarên piştgiriyê didin kurdan, xêra kurdan dixwazin hene, lê heta nuha li hemberî Tirkiyê tu tiştekî konkret yê zirarê bide Tirkiyê nekirine. Rexnekirin û protestokirina Tirkiyê û Erdogan baş e, lê rewşê naguherîne, Erdogan bi rexneyan nasekine. 

Medyaya Amerîka û Ewrûpayê û ya dinyayê jî piştgiriya kurdan dike, Tirkiyê rexne dike. Ew jî baş e, lêbelê Erdogan guh nade tiştên wiha, heta ew zorê nebîne nasekine. 

Lema jî gava ez bala xwe didim vê rewşê ez pir mesîmîst dibim, ez dibînim Tirkiye bi ser ketiye û em jî gav bi gav têk diçin.

Piştî ku nuha rewş wiha be, ez ditirsim sibe li ser masê jî emê tiştekî bi dest nexin. 

Yên nuha me nexin komîteya destûrê, me negirin civînên Cenewreyê, sibe dema qanûna esasî ya Sûriyê çê kirin jî ewê tu mafî nedin me. 

Bi kêmanî ev îhtîmal pir zêde ye. 

Gava nedin em nikanin tiştekî bikin.

Ya jî em kanin çi bikin?

Ez ditirsim Lozan dubare bibe. 

Heger nêta Neteweyên Yekgirtî, Amerîkayê û Rûsyayê hebe dibê kurd jî li Sûriyê bibin xwedî maf, çima PYDê nagrin civînên aştiyê û komîteya destûrê?

Efendim wezîrî karên derve yê Rûsyayê Lavrov gotiye ”hûn nikanin mesela kurd tune hesab bikin”, nizanim kê çi gotiye, vana hemû taktîkên xapandinê û aşkirina kurdan e, dixwazin heta karê xwe biqedînin kurd nekin qîjewîj, bi gotinên wiha kurdan sakîn dikin.

Heger ev çepheya mezin ya li hemberî me şêla xwe neguhere, heger tiştên ne di hesêb da neqewimin şansê me yê bi serketinê tuneye. Tirk bi ser ketin û em jî perîşan kirin.

Heger mûcîzeyek neqewime îşê me pir zor e… 

Li hemberî vê cepheya mezin ya li dijî me tiştê em bikin yekîtî ye, dibê hemû hêzên rojava û başûr xwe bidin ser hev û alîkariya hev bikin. Dibê PKK zirarê nede PYDê û xwe jê dûr xe. 

Yekîtiya me, hêza me têrê neke jî tiştê em bikin ev e. Yekîtî belkî tesîreke baş li dewletên mezin bike û siyaseta xwe ya antî-kurd hinekî nerm bikin.

Rewşa kurdên başûr jî di tahlûkê da ye, heger ew jî yekîtiya xwe xurt nekin, rewşa wan jî kane ji îro xerabtir bibe. Di vir da roja PDKê û YNKê esa e, dibê ev herdu hêz bi hev ra bin.

Mesrûr Barzanî hîviyê dide min, kêfa min jê rat ê, hêvî dikim wek pismamê xwe û bavê xwe neke, siyaseta wan nemeşîne.
 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE