04 november 2019

Sûcê me çi ye?


Ji bo ku Erdogan dibêje ew misilman e û bawriya wî bi hebûna Xwedê heye, ezê vê numûneyê bidim.

Li gorî dînê îslamê û baweriya musilmanan dinya, însan, heywan, kaînat, hemû tiştên tên dîtin û nayên dîtin ji alî Xwedê ve hatine xuliqandin. 

Lema jî navekî Wî jî Xaliq e, yanî yê xuliqandiye.

Wê demê em kurd jî qûlên Xwedê ne, Xwedê em û zimanê me xuliqandiye. 


Yanî di kurdbûna me da tu sûc û gunehekî me tuneye.

Me bi zor xwe nekiriye kurd. 

Me zimanê xwe bi zor ji Xwedê nesitendiye.

Me Kurdistan bi zor ji Xwedê negirtiye. 

Xwedê hinek însan wek tirk, ereb, faris û em jî wek kurd xuliqandine.

Lê Erdogan û tirk qebûl nakin, dibêjin gerek hûn wek miletekî serbixwe tunebin. Gerek hûn tu carî ji bindestiya tirkan, farisan û ereban dernekevin, heta hûn dihelin û diqedin.

Erdogan û tirk dibêjin ji bo ku hûn kurd in, gerek hûn tu carî nebin xwedî dewlet, dewlet ji bo we yasax e.

Erdogan û tirk dibêjin, ya hûnê bindestiya ebedî qebûl bikin, ya jî emê we mehû bikin, bikujin, têxin zindanan, bi çolan xin, heta hûn teslîm dibin û diqedin. Ji bo wê jî dibê hûn kurd dibê xwe tune hesab bikin

Emê çawa tunebin?

Xwedê carê em xuliqandine û zimanek jî kiriye devê me.

Heger baweriya Erdogan û tirkan bi Xwedê heye, bira herin bi gewriya Xwedê bigrin û Jê ra bibêjin Te çima kurd xuliqandin?

Sûcê me çi ye tirk hebûna me qebûl nakin?

Çima me ji ber kurdbûna me ceza dikin?

Heger hebûna me kurdan şaşiyeke, ev şaşî ne ya me ye, ya Xwedayê ew jê bawer in.

Bira Erdogan hesabê vê şaşiyê ji Xwedê bipirse. Bira Erdogan vê şaşiya Wî pê bide rastkirin.

Lê bira bes me ceza bike, bes zulmê û xedrê li me bike. 

Erdogan û tirk nahêlin em li welatê xwe û di mala xwe da bijîn û bi zimanê xwe bipeyivin.

Ji bo ku em kurd in me her roj di malên me da topbaran û bombebaran dikin.

Ji bo ku em kurd in me dikujin. 

Ji bo ku em kurd in tecawizî namûsa me dikin.

Ji bo ku em kurd in serê me jê dikin.

Ji bo ku em kurd in keçên me, jinên me dirivînin, ji xwe ra dikin kole û li mazatan difroşin hev.

Ji bo ku em kurd in me bi sedhezaran koçber dikin.

Ji bo ku em kurd in nahêlin em ji bindestiyê derkevin.

Ji bo ku em kurd in nahêlin em li welatê xwe serbixwe û azad bijîn, wek tirk, ereb û farisan bibin xwedî dewlet.

Nahêlin em du gotinên bi kurdî li ser kêla gorra miriyekî xwe binivîsin. Gava em du gotinên bi kurdî li ser kevirê gorra miriyekî xwe dinivîsin, gorro xera dikin.

Erdogan û tirk dibêjin hebûna me, tirkan nerehet dike, gerek em wek kurd nemînin.

Bira Xwedê em wek kurd nexuliqandina !

Bira Erdogan here bi hustukura Xwedê bigre û hesabê vê şaşiya Wî jê bipirse, bibêje Te çima kurd xuliqandin û kirin cîranê me?



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE