12 november 2019

Siyasetmedarê kurd dibê bi kurdan ra bi kurdî bipeyive


Partiya serokê wê bi kurdan ra bi tirkî bipeyive, fikrê xwe bi tirkî binivîse ew partî ne partiyeke kurd û Kurdistanî ye, ew serok ne serokekî kurdan e.


Siyasetmedarê kurd, serokê kurd dibê bi kurdan ra bi kurdî bide û bistîne, bi kurdî bipeyive, yê viya neke dibê meriv guh nedê, lê guhdarî neke.


Dengbêjê, sitranbêjê bi tirkî bistirê ne sitranbêj û hunermendê kurda ye, yê tirka ye.

Siyasetmedar û serokê bi kurdan ra bi tirkî pipeyive jî eynî tişt e, ew jî ne siyasetmedar û serokê kurda ye.


XXX
Hinek siyasetmedar û serokên hin partiyan belkî bi kurdî nizanin, ya jî zanin lê naxwazin bi kurdî bipyivin. Wê demê bira nebin siyasetmedar û serokên kurdan, bira bihêlin yên bi kurdî zanin bibin nûnerên kurdan.

Ne mimkûn e erebekî bi erebî nizanibe, bi îbranî bipeyive bibe serokê filistîniyan û filistînî jî wî kesî wek siyasetmedar û serokên xwe qebûl bikin, li wî guhdarî bikin.

Em kurd xwe ji tirkan cihê, wek miletekî cihê nabînin. Heger me xwe ne tirk, kurd bidîta, me yê kesên bi kurdî nizanin, bi me ra bi tirkî dipeyivn nekirana, nûner, berdevk û serokên xwe...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE