04 november 2019

Sekreterê NATOyê Stoltenbeg wek sekreterê Erdogan peyivîye

Jens Stoltensberg, Recepp Tayyip Erdogan

Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg, di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya BILD am Sontag ya almanî ra gotiye “Di şerê li hemberî Daîşê da alîkariya Tirkiyê roleke esasî lîst.”

Ji bo ku meriv bibêje di şerê li dijî Daîşê da Tirkiyê roleke esasî lîst, dibê meriv şelafê Erdogan û sîxurê Tirkiyê be. 

Heger meriv ne sîxurê Tikriyê û ne neyarê kurdan be, meriv vê derewa bi boçik nake û bi vî rengî pesnê Tirkiyê nade.

Lê ev gotinên Stoltenberg nîşan dide NATO jî wek Neteweyên Yekgirtî destegê dide dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê û jenosîda kurdan.


Stoltenbeg, emîrê Daîşê yê herî mezin Erdogan û welatê bûye hêlîna Daîşê li dijî Daîşê nîşan dide. Ev jî bêexlaqiyeke pir mezin e

Helbet Jens Stoltenberg wek navê xwe zane Tirkiye ne li dijî Daîşê ye û tu carî jî zirar nedaye Daîşê û sere Daîşê nekiriye.

Belovacî wê Tirkiyê di her warî da her tim piştgiriya Daîşê kiriye, ew organize û finance kiriye, rê û îmkan daye çûn û hatina terorîstên Daîşê.

Heta meriv kane bibêje Daîş girêdayî artêşa tirk e û Erdogan jî emîrê Daîşê û hemû cîhatçiyên terorîst yê herî mezin e.

Hîn do bû serokê Daîşê el Bexdadî di hêmêza Tirkyê hate kuştin.
Piştî kuştina el Bexdadî bi du rojan Ebu Hasan el-Muhacirê ewê têketa dewsa el Bexdadî jî li Cerablûsê, yanî ew jî di himêza Tirkiyê da hat kuştin.

Daîş li Sûriyê neqediya ye û heta Erdogan li ser hukim be jî naqede, Erdogan carnan navê wê diguhere.

Yên îro li Sûriyê û li Rojavayê Kurdistanê bi navê Artêşa Milî ya Sûriyê di bin fermandariya tirkan da li hemberî kurdan şer dikin hemû çeteyên Daîşê û Nusrayê ne.

Erdogan her carê navekî nuh li wan dike, lê hemû jî Daîşiyên berê ne. 

Ne mimkûn e Jens Stoltenberg viya nizanibe. Li ser hevkariya Tirkyê û Daîşê di destê Jens Stoltenberg da bi hezaran belge hene. 

Lê Stoltenberg dîsa jî ruyê xwe reş dike û dibêje Tirkiyê di şerê li hemberî Daîşê da roleke esasî lîsiye. 

Maneya van gotinên Stoltenberg NATO li pişt dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê kurdistanê ye.

Ji bo wê jî NATOyê heta nuha ne Tirkiye rexne kiriye û ne jî li Sûriyê saha hawayî li balafirên tirk girtiye.

Yanî meriv kane bibêje Tirkiye bi destûra NATOyê rojava dagir kir û bi sedhezaran kurd bi çolan xistin.

NATOyê negota erê, Tirkiyê nikanîbû Serêkaniyê û Girê Sipî dagir bikira.

NATOyê qebûl nekira, piştgiriya Tirkiyê nekira, Tirkiyê nikanîbû Efrên jî dagir bikira.

Lê mixabin ne NATO tenê, Yekîtiya Ewrûpayê jî, Neteweyên Yekgirtî jî piştgiriya dagirkeriya Tirkiyê dikin.

Du roj berê sekreterê NY Antonîo Guterres jî çû Tirkiyê, bi Erdogan ra rûnişt û bi yek gotinê jî dagirkeriya Tirkiyê ya rojava rexne nekir, di ser da pesnê Erdogan û Tirkiyê da û got ewê li ser pêşniyra Tirkiyê ya ”herêma ewle bisekinin.”

Yanî Neteweyên Yekgirtî jî ne li dijî îşxala Tirkiyê û jenosîda kurda ye.

Rûsya jî û Amerîka jî piştgiriyê didin dagirkerî û jenosîda kurdan.

Heger Amerîkayê û Rûsyayê qebûl nekirana Tirkiyê nikanîbû Serêkaniyê û Girê Sipî dagir bikira û 300-400 hezar kurd, ereb û asûrî ji mal, gund û bajarên wan derxistana û mahkûmî jiyana perîşan bikirana.


Mixabin NATOyê, Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekgirtî, Amerîka û Rûsyayê, hemûyan bi hev ra biryar dane tirk me qir bikin, kurd li Sûriyê ji bindestiyê dernekevin.

Heger ne wisa bûya ewê nehîştana tirk vê zulmê li me bikin, her tişt li ber çavê dinyayê dibe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE