19 november 2019

Şans alîkarê kesê wêrek e


Tiştê meriv digihîne armanc û hedefa meriv cesaret e, dibê meriv biwêribe rîskê bigre çavê xwe û biryarên muhîm bide.

Pêşiyên me gotine, mêrê tirsonek bi sînga gewr û boz şa nabe.

Yê newêrek be serketina wî jî tuneye. Ji bo meriv şansê xwe biceribîne dibê meriv rîskê bigre çavê xwe.

Yên wêrek û cesûr bûn îro di saha siyasî da hene û xwedî hêz in, tirsonek û newêrek jî ya qediyan ya jî navê wan heye ew bi xwe tunene.


Li Kurdistanê siyaset ji her welatê bêtir tahlûke û bi rîsk e, her kes nikane ji heq derkve. Yên ji heq derketin man, yên ji heq derneketin qediyan.

Kelek li benderê di ewlehiyê da ye. Lê belê armanca kelekê ne ev e.

///Paulo Coelho

Yê ket govendê dibê xwe bihejîne…

XXX
Kurdan heta nuha gelek caran tirk efû kirin, lê ji nuha û pê da efûkirina tirkan sûcekî mezin e, kufre.

Tirkan wek milet, wek dewlet em kurd pir êşandin, însanîyetê zulmeke wiha hîn nedîtiye. ABCya tarîxa me dibê ev zulma tirkan be, dibê neviyên me vê zulma tirkan bizanibin.

XXX
Dibêjin meriv di jiyanê da carekê tenê dil digre, dildar dibe.
Ez dibêjim ev ne rast e, kê gotibe şaş gotiye
Ew ne dildarekî temam û ji dil bûye
Çimkî her cara ez te tînim bîra xwe,
ez ji nuh ve dibim dildar û bengîyê te

XXX
Swêd 3-0 bera Färöarna da.
Piştî maçê xanim pir li ber ket, ji bo ku feqîrên din jî xolek nekirin. Bû ax û waxa wê, got guneh bûn xwezî wan jî hema xolek kiriba.
Min got weleh tu rast dibêjî, ez jî pir li ber ketim, xwezî xolek avêtibûna.
Tirk, ereb û faris ne tê da, çaxa taximek sifir dibîne, ez û xanim xemgîn dibin, em dêbijn xwezî feqîran jî xolek bavîtana.
Gava aliyek çend xolan davêje û yek jî sifir dimîne, aliyek ji sahê kêfxweş dihere û yek jî digrî, ez û xanim xemgîn dibin.
Nufûsa Färöarna bi qasî gundekî Wêranşarê ye, 50 hezar e. Nufûsa Swêd tevî ereb û tirkan û xerîbên din 10 milyon e.
 2019-11-18

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE