29 november 2019

Pirbûna cahşan carnan meriv bêhêvî dike



Sidki Zîlan gotiye, Mevlud Çavuşoglu û Suleyman Kasimîyê îranî, herdu jî kurd in.

Kurdbûna Mevlud Çavuşoglu min bihîstiye, lê ya Suleyman Kasimî nuh dibihîzim. Bi îhtîmaleke mezin ev îdîa Sidkî Zîlan rast e.

Wê demê di me kurdan da problemek heye. Ji nava miletekî saxlem hewqas xayinên qewmê xwe dernakeve, li dinyayê numûneyeke din tuneye.


Her cara ez tiştê wiha dibihîzim ez pir bêhêvî dibim…
Lê bêhêvîtî jî ne tiştekî baş e...

Hüsamettin Turan Sidki Zilan rast gotiye..

Köroğlu Karaaslan Mam Zinar, neheqiyê li kurdan neke. Eger bawerî ya dogmatîk bibe rênîşên mirov dikare xiyanetê li qewmê xwe û li bav û brayên xwe jî bike. Mejî hatibe şuştin êdî ew bixwe ne, bune tiştek din

Zinarê Xamo Birayê ezîz pir in û him jî li ser navê dijmin tên bi me ra rûdinin. Ev bi min pir zor tê. Ez pir pê diêşim...

Sultan Arslan Ez bawer nakim, herdu jî ne kurd in.

Jêhat Arî Mîran Dibêjin Adolf Hitler jî yahûdiye. Ev rast e?

Sîdar: Mamoste ji doh ve ez jî hinekî bêhêvî bûme. Hinek tişt hêviya Kurdewariyê xurt dikin, hinek jî lawaz dikin...

Zinarê Xamo: Meriv bêhêvî dibe. Gava serokên me li dijî perçebûna Îraqê, Sûriyê û Tirkiyê bin, gava serokên me newêribin dagirkeriya welatê xwe protesto bikin, meriv bêhêvî dibe. Kurd bi van serok û siyasetmedaran nikanin tu havilê bikin. Ji van serokan tiştek sadir nabe.
Heyfa miletê feqîr.

Fuat ÖnenEv jî aforizmaya ya dawîn ya xwenedeyên me yên hêvîya xwe li dû xwe hiştine ye. Di miletê me de problem heye. Beşikçi dest pê kir û waye hevalê minn jî tev lê bûye. Di her miletî de problem heye. Tu miletekî di nav xwe de aram, destê dijmin ne di nav de nîne. Lê nebaşî ne genetîka tu miletî ye. Xwenedeyên me ji dêvla li ser kêşeyan rawest e û li çareserîya bigerin,aforiznayê bê mentiq diafirînin. Bi idia dibêjim ku miletê Kurd li gor miletê dor xwe û di nav miletê cihanê de xwedî genetîkeke herî pak e. Ewan Kurd in ne Kurd in nizanim lê qeneet nakim ku kurd bin. Welew ku Kurd bin jî ev nabe mijara genetika miletê me. Hinek Sedemên wê yê civakî, dîrokî hene. Te ez hêrs kirim vê nîvê şevê hevalo!!

Zinarê Xamo: Sidki Zîlan ez pir êrs kirim û min jî hema da nav, ji bo ku ez nikanim bi siyasetmedar û serokan, min bela xwe di milet da.
Helbet ez zanim sebebê pirbûna xayinên me ne ji milet da ye, ne ji genetîka me ye, rêber in, serok in. Hêrs carnan meriv ji îmanê dike.
Lê ez ji netîceya nivîsa xwe memnûn im, heger min tu hêrs nekira, te yê ev şirove nekira. Yanî kar ne rast be jî netîceyeke baş da.
Gelek silavên ji dil hevlo....

                          

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE