18 november 2019

Nuha jî min dest bi antramana derve



Li nêzî mala me, li Fîttjayê li kêlek golê ciyekî spor û antramanê çêkirine. 

Nuh çêkirine, xort lê antramanê dikin.

Dema ez û xanim digerin hin caran em jî riya xwe bi wir dixin û ez wek xortekî 18 wan darên her yek tu dibê ecêb radikim û datînim, bîstekê spora xwe dikim.

Xanimê berê newêrî bû, lê dû ra wê jî bi dudilî û bi fedyokî dest pê kir.


Îro jî di dema gerê da me riya xwe bi wir xist, min dîsa spora xwe kir. Xanimê jî hêdîka çend tişt ceriband, lê ne bi qasî min, tu nemabû ez piştê têxim ber xwe.



Bi rê da em rastî tiştekî pir ecêb hatin. Yekî tirk aleke belkî 10 mîtro çargoşe bi ser xaniyê xwe ve kiribû. Ji ber ku xaniyê serî bû, wê gola xwînê ji her derê xuya dikir. 

Ez matmayî mam.


Li Stockholmê tirkên ala tirk bi derî û pacên xwe ve dikin pir in, dixwazin nîşan bibin ew tirk in. Bi tirkan ra kompleksa xwebiçûkdîtinê heye, lema dixwazin xwe nîşan bidin. Û wê jî bi alî dikin.

Lê ev cara pêşî ye ez dibînim yekî aleke hewqasî mezin û him jî bi ser xaniyê xwe ve kiribe. 

Li welatekî xerîb dardekirina alê bi vî hawî tiştekî pir ekstrem e, dibê meriv nîjadperesetekî pir ekstrem be.


Lê tirk wiha ne, piraniya wan hîn nebûne însan.

Li dinyayê nasyonalîzma herî irqçî, herî tahlûke, herî dirinde nasyonalîzma tirk e. 

Nasyonalîzma tirk faşîzmeke pir êrîşkar e. Dijminê nasyonalîzma tirk yê esasî em kurd in û li hemberî me jî heta hûn bixwazin hov û har in, her wahşetê dikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE