15 november 2019

Mêrik xwe wek Fîrewn dibîne


Erdogan xwe malik(xwedî) û her tiştî û her kesî jî wek milkê xwe dibîne.

Lema jî gava qala însanan û tiştan dike, tim dibêje ya min, yê min:

”Wezîrê min, polîsê min, leşkerê min, waliyê min, qaymeqamê min…”

Nuha jî kurd û Kurdistan kiriye yê xwe, gotiye:


”Kurdên li welatê min dijîn ji hemû kurdên li dinyayê dijîn pirtir in. Tenê di partiya min da bi qasî 50 mebûsên min ên kurd hene.”

50 mebûsên hevalên hêzên dagirker, yên bi qasî Erdogan neyarên kurd û Kurdistanê. 


Lê wek tê dîtin Tirkiye û Kurdistan jî, AKP jî û mebûs jî yên wî ne, yanî ew milik e û yên din jî milkên wî ne, mêrik bûye Fîrewn, bi wî çavî li xwe dinêre, ji bo wê jî tim dibêje  "parlamenterên min..."

XXX
Tirk li hemberî me pir pozbilind in, kurdan, siyasetmedarên kurd, zimanê kurdî biçûk dibînin, tim bi tinaz qala me dikin.
Robert Mûsil dibêje di nabêna ehmeqiyê û pozbilindiyê da têkiliyeke ji dil heye.
Li gorî Robert Mûsilî merivekî ehmeq heger bi qasî ehmeqiya xwe veşêre ne biaqil be pozblind dibe.
Nuha we sebebê pozbilindiya tirkan fêm kir...


Wedat Erdemcî û dayika xwe

Wedat Erdemcî(Welat Denîz) rojnamevanekî dildarê karê xwe bû, fîlmên dokumenter çê dikir. Di êrîşa Tirkiyê ya ser rojavayê Kurdistanê da di 11ê cotmehê da li Serêkaniyê hat kuştin.

Birayekî wî jî di sala 2015a da ew jî dîsa li Serêkeniyê şehîd ketibû.

Ev 36 roj in Tirkiye cenazeyî wî nade malbata wî.

Kuştin û cenazeyê wî jî nadin.

Hewqasî zalim û xedar in.

Gerek em vê çavsoriyê ji bîr nekin!

Ez Wedat û birayê wî bi hurmetkeke mezin bibîr tînim û êşa dayika wî di dilê xwe da his dikim.


Atatirk: "Heger tu efûya xwe bixwazî tu yê neyê îdamkirin."

Seyîd Riza: "Min tu tiştekî efûya xwe ji ber bixwazim nekiriye. Ez bi hîle û derewên we ra derneketim serî, ev ji min ra bû derd. Lê belê min jî serê xwe li ber we netewand, bira ev jî ji we ra bibe derd.”

Seyid Riza û hevalên wî Wusênê Seydî, Elîye Mîrzê Sîlî, Hesen Axa, Findik Axa, lawê Seyid Riza Reşik Husên û Hesenê Îvrahîm 15ê mijdara 1937a roja duşemê destê sibê li Xarpêtê li erasê ji alî rejîma kemalîsta ya faşîst ve hatin îdamkirin.

Seyid Rizayê mêr û canfîda û hemû şehîdên Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE