02 november 2019

Me îro dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê mahkûm kir



Bi hezaran kurd û dostên me yên swêdî me îro li Stockholmê dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê protesto kir. 

Meşeke pir qelebalix bû, bi hezaran kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê û swêdî beşdarî protestoyê bûn. 
Swêdî kêm caran tevî meşê me dibin. 
Lê di protestoyên ji bo rojavayê Kurdistanê da swêdî pir in, îro jî pir bûn.


Mixabin min îro tu risimekî xwe û xanimê negirt. 

Piştî meşê ez û xanim çûn aşxaneyeke îtalî Da Luigi û me bi qedehek şerab ra pîzayek îtalî xwar. 

Nabêna xanimê û pîzayê zêde tuneye. Lê ez jê hez dikim. Ji zû da bû min pîza nexwaribû. 

Îro ji min ra lê hat û min ew jî mecbşr kir. Me bi qedehek şerab ra pîzayeke pir xweş xwar. 

Heyran îtalî jî bi rastî hosteyê pîza yê ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE