18 november 2019

Me dîsa got yek xelasiya me di yekîtiyê da ye



Îro(17/11) li Stockholmê civîneke ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê hebû. Ji her çar perçên Kurdistanê gelek partî û kesên serbixwe beşdar bûn. Civîneke bi ser û ber bû.


Nûnerên partiyan û çend mîvan peyivîn. Hemûyan bal kişandin ser girîngiya hevkarî û yekîtiya netewî û xwestin hêz û partiyên kurd yên her çar perçên Kurdistanê gelş û cudahiyên nabênên xwe yên siyasî û îdeolojîk bidin aliyekî û yekîtiya xwe çê kin, ancax bi vê riyê em kanin li hemberî êrîşên dijmin yên hovana xwe biparêzin.


Di civînê da birayê Kamran Simo Hedilî jî romana xwe "Pêjna Baranê" ji min ra îmze kir. Gelekî kêfxweş bûm. Ji bo vê diyariya hêja mala wî ava be.


Roman 170 rûpel e, di sala 2018a da ji alî Ajans J&J ve hatiye weşandin.
 2019-11-17

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE