26 november 2019

Li kîjan welatî îslamî hatibin ser hukim ew welat wêran kirine

Nimêja îniyê li kuçeyeke paytexta Bengladaşê Deqayê


Afganîstan di salên 1950-1990î da di her warî da sed qatî ji Afganîstana nuha pêşketîtir, murefehtir û demokratîktir bû.

Bi îktîdara Talîbanan ra(1996) Afganîstan 100-200 salî bi paş da çû, ji bo gelên afgan bû dojeh, bi milyonan însan reviyan derve. 

Îran di nabêna salên 1950-1980î da di her warî da sed qatî ji Îrana nuha pêşdatir, azadtir û demokratîktir bû.


Di sala 1979a da bi îktîdara îslamîyan ra Îran, sed sal bi paş da çû, bû zindan, bi milyonan însan ji Îranê reviyan derve.

Tirkiye heta îktîdara îslamîstên tirk AKPê(2002), di her warî da sed qatî ji Tirkiyeya nuha pêşketîtir, azadtir û demokratîktir bû.

Ji Tirkiyê di van 4-5 salên dawî da bi sedhezaran îndan reviyan. Îro li Tirkiyê ewlehiya jiyana tu kesî tuneye, bêkarî, birçîbûn li qirikiyê ye, piraniya însanan dixwazin ji Tirkiyê birevin.

Meriv numûneyan kane gelkî dirêjtir bike, lê ne hewce ye. Bi kurtî her welatê îslamî lê hatine ser hukim, bûne îktîdar ew welat di her warî da bat bûye, ji bo gel û bi taybetî hêzên muxalif bûye dojeheke rastîn.

Çimkî îslam îseolojiyeke ne ya vê sedsalê ye, îdeolojiyeke totalîter, irqçî û neyarê azadiyê û demokrasiyê ye, dixwaze însanan ji hemû azadiyan bêpar, wek koleyan îdare bike.

Civatên dixwazin li welatên wan azadî, wekhevî, ilim, îrfan, teknîk, heq, huqûq, edalet û demokrasî hebe, dibê îslamîstan nekin îktîdar, nehêlin hukim têkeve destê wan. 

Kî dixwaze welatê wan nebe Afganîstan, Îran û Tirkiye dibê îslamîstan nêzî îktîdarê neke, dibê nehêle îdareya dewletê têkeve destê îslamîstan. 

Îslama baş û xerab, demokratîk û totalîter, dîktator tuneye, her reng û babatê îslamê malwêranî ye, felaket e, dawiya dawî dibe Talîban, Xumeynî, Erdogan û Daîş.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE