25 november 2019

Li ba kurdên bakur hevalbendiya dijmin êdî ne şerm û kêmasîye

Fesîh Bozan


Serokê Partiya Seadetê(PS) yê Amedê Fesîh Bozan fena ku ew merivekî kurdperwer e û mafê kurdan yê netewî diparêze, di Rûdawê da gotiye “pirsa kurd bi operasyonan çareser nabe û nizanim çi û çi…”

Fesîh Bozan rast nabêje, demagojiyê dike, ew ji bo kurdan tu mafî naxwaze û di ser da ew li dijî azadiya kurda ye jî, ew hevalê tirkan û dagirkerên kurda ye.

Tu ferqa PSê ji MHPê û ji AKPê tuneye.

Serokên PSê yên heta nuha hemû jî merivên irqçî, faşît û neyarên kurdan bûn û Karamollaoglu jî yekî wek wan e û yek ji serokekên qetlîama Sêwasê ye.

Partî û hêzên îslamî yên Fesîh Bozan hevalê wan e, heta nuha çend caran hatin ser hukim, Erbekan bû serokwezîr, ji bo kurdan çi kirin, çi maf dan kurdan?

Erbakan çi da kurdan?

Erdogan  ji bo kurdan çi kir û çi dike?

Erdogan jî berê wek Fesîh Bozan xweş dikir…

Lê piştî girêka xwe bi pişt xist, bû gur û bi kurdan ket. Temel Karamolla ogluyê serokê Fesîh Bozan jî yekî wek Erbekan, Kurtulmuş û Kamalak e.

Dibê kurd êdî qîmetê nedin kurdên dibin hevalên tirkan, endam û berpirsiyarên partiyên tirk…

Kurdê li dijî bindestiya kurdan be, kurdê azadiya kurdan bixwaze nakeve nava partiyên tirk, li Kurdistanê nabe berpirsiyarê Partiya Saadetê. 

Tu ferqa SPê ji AKPê, MHPê û CHPê tuneye. 

Tiştê dema muxalif in dibêjin ji bo xapandinê ye, dema tên ser hukim, hemû jî dibin neyarên kurdan .
Kurdê welatparêz, kurdê kurdperwer nakeve nava SPê, nabe berpirsiyarê wê.

Di programa Partiya Saadetê da ji bo kurdan çi heye, çi mafî ji bo kurdan rewa û heq dibîne?

AKP, MHP ji bo kurdan çi dibêje, PS jî eynî tiştî dibêje.

Ez bawer nakim navê kurdan jî di programê da hebe. 

Nizanim Fesîh Bozan çi gotiye, vana gotinên vala ne, di programa partiya wî da çi heye, ya muhîm ew e.

PS di praktîkê da ji bo kurdan çi dike û çi dibêje ew muhîm e.

PSê jî wek AKPê, MHPê, IP û CHPê di meclîsê da raya erê da êrîşa Tirkiyê û dagirkirina riavayê Kurdistanê. 

Ev partî ewê çawa ji partiyên din baştir be?

Fesîh Bozan ji dêlî li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê be, ew parastiye û gotiye:

”Divê em du tiştan ji hev cuda bikin, meseleya terorê û meseleya mafên Kurdan, mexdûriya Kurdan divê em ji hev veqetînin. Îro her dewlet divê li hember terorê sînor, milet û gelê xwe biparêze.”

Erdogan jî eynî tiştî dibêje, ew jî dibêje em ne li dijî kurdan in, em "terorîstan" paqij dikin.

Û piştî dagirkeriyê karê pêşî malên ji kurdan li ereban balv dikin û li her derê tabeleyên kurdî dadixin û zimanê kurdî yasax dikin.

Tu ferqa van gotinên Fesîh Bozan ji gotinên Erdogan û Bahçelî tuneye.

Yanî bi ya Fesîh Bozan, êrîşên Tirkiyê ser kurdên rojava û dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Sipî û gelek herêmên din, belavkirina mal û milkên kurdan li çete û terorîstên îslamî şerekî li dijî terorî ye û heqê Tirkiyê ye.

Û gava ev zilamê dewleta dagirker û rejîma faşîst bi vê bêûjdaniyê, vê bêbextiyê li kurdên rojava dike, wan dike terorîst û qetlîamên çeteyên îslamî û Tirkiyê diparêze, Mehdî Mutlu jê ra nabêje yanî tu qetlîamên Tirkiyê li rojava dikin diparêzî û tu dibêjî tiştê Tirkiye li rojavayê Kurdistanê dike rast e?

Jê ra negotiye yanî tu dibêjî 400-500 hezar kurdên tirkan ji Efrînê, ji Girê Sipî û ji Serêkaniyê derxistine teroîrst in, Tirkiyê tehdît dikin, lema jî mafê Tirkiyê heye wan ji gund û bjarên wan derxin û ereban di malên wan da bi cî bikin?

Mêrik êrîşên Tirkiyê, dagirkirina rojavayê Kurdistanê, koçberkirina bi sedhezaran kurdan diparêze û dibêje ”Tirkiye mecbûr e li hemberî terorê milet û gelê xwe biparêze.”

Û rojnamevanê me yê zane û zîrek, ji dêlî ji vî zilamê hevalê dijmin ra  bibêje ”kurdên rojava çawa terorîst in, kînga û çawa ji bo Tirkiyê bûne tehdît ?”, pê ra ketiye ken û laqirdiyan û ew wek ”mîvanekî xwe yê taybet û ezîz ” teqdîm kiriye.

Ji Fesîh Bozan ra nabêje tu dibêjî ”pirsa kurd bi operasyonan çareser nabe û her diçe mezin dibe”, lê li alî din partiya te û serokê te piştgiriyê dide ”operasyonên” li dijî kurdan, ev çawa dibe?

Li ba kurdên bakurê Kurdistanê hevalbendiya dewletê û partiyên irqçî, faşîst û neyarên kurdan êdî iştekî normal e, ne şerm e, ne kêmasiyek e, dîsa jî kesên  bi qîmet û ”ezîz” in.

Li rojhilatê Kurdistanê ne mimkûn e rojnamevanekî kurd vê qîmetê bide kurdekî cahş, kurdekî hevalê dewletê, kurdekî dagirkeriya rojavayê Kurdistanê biparêze, kurdekî ji qetlîamên Îranê ra bibêje ” Îran mecbûr e li hemberî terorê milet û gelê xwe biparêze.”

Li başûrê Kurdistanê ne mimkûn e rojnamevenkî kurd hewqas bi qîmet û nezaket qala kurdekî hevalê ereban û rejîmê bike.

Lê li ba me tu pîvaneke exlaqî, netewî nemaye, êdî kes bi çavekî xerab li hevalên dijmin nanêre. 
AKP, MHP û CHP çi be, Partiya Seadetê jî ew e.

Erdogan, Kiliçdaroglu û Akşener çi bin, çiqasî li dijî kurdan bin, Temel Karamollaoglu jî ew e û hewqasî neyarê kurda ye.

Mehdî Eker, Cevdet Yilmaz, Mehmet Metîner, Mucahît Arslan, Galîp Ensarioglu çiqqasî hevalên neyar bin, Fesîh Bozan jî hewqasî zilamê dewletê û neyarê gelê xwe ye. 

Kurdê ne zilamê dewletê be, ne li dijî azadîya kurdan be, kurdê bindestiya kurdan neparêze nabe berpirsiyarê PSê.

Gava li dij bindestiya kurdan derkeve, gava azadiya kurdan bixwaze tirk wî kesî di nava xwe da nahêlin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE