13 november 2019

Lavrov tirkan li me sor dike

Sergey Lavrov


Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dîsa gotiye ”Amerîka dixwaze rojhilatê Ferêt ji Sûriyê veqetîne li wir nîvdewletekê ava bike…”

Ev ne cara pêşî ye Lavrov tirkan bi vî rengî li me sor û gurgîn dike. Berê jî çend caran eynî tişt kir.

Qey şansê me kurda ye, Tikriye, Sûriye, Îran ne bes e, Rûsya jî li dijî azadiya me ye.


Rûs bi propagandeya Amerîka li Sûriyê dewleteke kurd ava dike, dixwazin tirkan bitirsînin û bi xwe ve girê bidin. Lema tim vê propagandeyê dubare dikin.

Lê tirk bi kesî ve nayên girêdan, ew Amerîkayê jî û Rûsyayê jî bi kar tînin. Û tim jî wer kirine.

Di Şerê Cîhanê yê Yekê da xwe nêzî Sovyetê kirin, piştî girêka xwe bi paş xistin, pihînek li qûna rûsan xistin û bûn hevalbendê Rojava.

Ev 80 sal in heval û mitefikê Rojava û Amerîkayê ne, lê gava di roja herî teng da pihînek li qûna Amerîkayê û Natoyê xistin û bûn hevalê Seddam, Îranê û Daîşê.

Nuha jî guh nadin Amerîkayê û şerê kurdên mitefikê Amarîkayê ne dikin. Yanî tirk tu carî nabin dost û mitefikekî saxlem.

Lavrov bi qasî li dijî kurda ye ne li dijî Daîşê, dagirkeriya Tirkyê û çeteyên îslamî ye. Hovîtiyên van çeteyan wî aciz nake.

Efrîn dan Tirkiyê, destûr dan çeteyên îslamî û Tirkiyê, Serêkaniyê û Girê Spî dagir bikin, ji wan ra tiştek negotin, lê dewletbûna kurdan bi efendî zor tê.
Ev jî bêşansiya me ye…

Ahmet Altan, yê bi rî.

Sosireta giran, Ahmet Altan îro dîsa tewqîf kirine. Welatê Erdogan lê serok be û îslamî li ser hukim bin netîce ev e.

Edalet namîne, huqûq, mahkime dibe qeşmerî.

Tirkiye îro bi her tiştê xwe bûye welatekî trajî-komîk.

Her welatê îslamî lê îktîdar in cehnime ye, faşîzim e.

Ev zulm li kîjan welatî hebûya gel ji zû da serî hil da bû.
Lê tirk miletekî ruhkole ye, deng nake.

XXX
Li ser serdana Erdogan ya Amerîkayê gelek tişt tên gotin, gelek texmîn tên kirin. Hinek dibêjin ewê destvala vegere.

Trump ji berjewendiyên Amerîkayê bêtir,li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî hereket dike. Lema jî her tişt jê tê. Ez bi xwe ji Trump pir bêhêvî me.
Lê ka em binêrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE