12 november 2019

Kurdên başûr çima viya qebûl dikin?


Kamil Sumbul di feysa xwe da qala rêwîtiya xwe ya başûrê Kurdistanê dike. Dibêje li Hewlêrê ew û hevalê xwe şeva pêşî çûne otêlekê kesî bi kurdî nizanîbûye, otêl ya yekî  filistînî bûye û hemû karkir jî ereb bûne.
 
Ji ber ku Kamîl û hevalê xwe bi erebî nizanîbûn û karkirên otêlê jî bi kurdî nizanîbûn zahmetî kişandine.

Eynî tişt hat serê min jî. 


Karkirên aşxaneya otêla ez lê dimam ereb bûn û yek gotin jî bi kurdî nizanîbûn. Nan qediya bû, min nan xwest, fêm nekir, bi erebî got tu çi dixwazî?

Vê yekê ez aciz kirim û ez bi resepsîyonê ra peyivîm. 

Kurdekî ji rojavayê Kurdistanê bû, xortekî kurdperwer bû. Got gazina te li cî ye, lê tiştek ji destê min nayê, ezê ji xwediyê otêlê ra bibêjim.

Eynî tişt min li aşxaneyeka tirkan jî dît. Hevalekî ez birim aşxaneyeka masiyan. Ez bi gorsonê serwîsa me dikir ra bi kurdî peyivîm, min dît pel, pel li min dinêre. 

Hevalê min got tirk e, bi kurdî nizane. 

Ez aciz bûm. Wê şevê mijara sohbeta me ev bû.

Pirseke min ji hukûmeta Kurdistana Federe û ji kurdên başûr heye. Pirsa min ev e:

Gelo mimkûn e kurdek here li Xezayê ya jî li welatekî ereb otêlekê veke û karkirên wê bi erebî nizanibin, bi kurdî bipeyivin?

Gelo mimkûn e kurdekî ji başûrê Kurdistanê li Anqerê otêlekê veke û karkirên wê bi tirkî nizanibin?

Ez bawer nakim bêyî kurdan tu miletekî din tiştekî wiha qebûl bike.

Em qebûl dikin çimkî em xwe tiştekî nahesibînin, çimkî em xwe wek miletekî serbixwe nabînin. Erebek, tirkek tê li welatê me, me mecbûrî axaftina tirkî û erebî dike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE