01 november 2019

Kurd ewê tu carî te efû nekin !


Erdogan bi demagojiyê, bi pompekirina nasyonalîzmê, bi pîjkirina neyartiya li hemberî kurdan civata tirk êsîr girtiye û xwe kiriye xelîfeyê îslamê û serokê tirkan yê xofê. 

Wek her dîktatorî Erdogan jî bi tirsandinê û gurkirina nasyonalîzmê kursiya xwe diparêze. 

Li gorî Erdogan ew çiqasî neyartiya kurdan bike, kurdan çiqasî bide kuştin û bi çolan xe, ewê ji alî tirkan ve bêtir were hezkrin û kursiya wî jî ebedîyen saxlem bibe.


Lê dibê neyê jibîrkirin “yê bi zulmê bextewar(abad) bibe aqîbeta wî berbad dibe/ Zulum île abat olanin akibeti berbat olur.”

Dijminatiya kurdan di nava tirkan da bûye wek nexweşieyeke netewî, hema hema ji sedî 99ê tirkan ji vê nexweşiyê muzderîb in. Ev yek jî bi riya kesên wek Erdogan bûye. Lê ewê bela xwe bibînin.

Erdogan pir zulm li kurdan kir, pir êş bi kurdan da kişandin, kurd û tarîx ewê tu carî wî efû nekin

XXX


Balafirên Tirkiyê do li Zaxoyê du kurd qetil kirin. Dibê hukûmeta Kurdistanê li hemberî vê dewleta namerd û faşîst tiştekî bike, bêdeng nemîne.

Roja tirk çend kurdan dikujin bi miletî rehet dikin, xweş radikevin; li Zaxo, li Culemêrgê, li Serêkaniyê ji bo tirkan ferq nake, ya muhîm çend kurdan bikujin.

Van namerd û faşîstan jiyan li hemû kurdan kirine dojeh. Kurdê hîn jî hevalê vê rejîma faşîst û antî-kurd e ji van qatilan jî xerabtir e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE