03 november 2019

Kiliçdaroglu got bi xêra leşkerên tirk li Efrînê xizmetên pir baş dibin



Serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê xayin û qûnalêsê tirkan piştgiriya tezkereya dagirkirina Efrînê û gotiye: 

”Me rast kir me ji tezkereyê ra got erê. Li Efrînê, li Idlibê rêxistinên siwîl hene, gelek xizmetên baş dibin ji Idlibê û ji Efrînê ra. Min rismê wan dît. Agahî dan min. Leşkerên me  ne li wir bûna ev xizmet hemû çênedibûn.” 


Ev xayinê qûnalêsê tirkan faşîstekî ji Perînçek ne kêmtir e, ew jî bi qasî Bahçelî, Erdogan û Perînçek neyarê me me ye. Ew jî bi qasî Perînçek, Çavuşoglu û Soylu bêûjdan, zalim, virek û namerd e.

Heger ne wisa bûya ewê tezkereya dagirkirina Efrînê û êsîrgirtina kurdan û sedhezaran kesên ji Efrînê hatine koçbergirin neparasta.

Kilişdarogluyê cahş, dagirkeriyê, talanê, kuştinê, koçberiya bi sedhezaran û guhertina demografiya Kurdistanê wek ”xizmetên pir baş” dibîne û dibêje heger leşkerên tirk Efrîn dagir nekira ewê halê gelê Efrînê û Idlibê xerabtir bibûya, bi hebûna leşkerên tirk û terorîstên îslamî li Efrînê rewşa gel gelkî baştir e.
Ji bo ku meriv bibêje li Efrînê rewşa kurdan ya nuha ji ya berî dagirkirinê baştir e, dibê meriv namerdê dinyayê yê herî rezîl be û bêûjdan be.

Dibê kurd êdî xwe nexapînin, ji bo me kurdan tu ferqa CHPê ji AKPê tuneye, tu ferqa Kemal Kiliçdaroglu ji Erdgon tuneye. Hevaltiya bi van ra êdî gunehkariya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE